Heyva Sor a Kurd ji bo zarokên nexweş pêşangehek li dar xist
Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd li parka Adadî ya bajarê Qamişloyê pêşangehek xêrxwaziyê li dar xist.
Qamişlo – Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd li parka Adadî ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşma “Bi destên biçûk hêviyê diçînin...Bibin beşek ji vê hêviyê” pêşangeha xêrxwaziyê li dar xist.
Ev Pêşengeh ji bo piştgiriya zarokên bi nexweşiya telasemiya û penceşêrê hat lidarxistin. Pêşengeh bi tevlîbûna saziyên Rêveberiya Xweser, malbatên zarokan û rêxistinên tenduristiyê hat lidarxistin.
Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediya Ebdullah bi xêrhatina kesên hatin pêşangehê kir û behsa Nexweşxaneya Telasemiya û penceşêrê ya ku Heyva Sor a Kurd vekiriye kir.
Bijîşka Heyva Sor Meriyem Mihemed Semînerk da der barê nexweşiya telasemiyê de.
Heyva Sor a Kurd zarokên nexweşên telasemiyê yên ku perwerdeya tenduristiyê dîtine û di heman demê de bûn wekî karmend di nexweşxaneyê de û kesên nexweş tedawî dikirin xelat kirin.
Heyva Sor a Kurd bijîşkên ku dibin alîkar bi nexweşên telasemiyê re xelat kirin.
Sînevîzyon li ser kar û xebatên Heyva Sor a Kurd hat pêşkêşkirin.
Pêşangeh bi stran û dîlanê bi dawî bû.