Heyva Sor a Kurd ji bo koçberan banga lezgîn kir
Heyva Sor a Kurd destnîşan kir ku 30 hezar û 326 kes li 236 stargehan dimînin. Heyva Sor ji bo koçberan banga lezgîn kir.
Qamişlo – Heyva Sor a Kurd derbarê rewşa dawî û pêla koçberiyê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li Navenda Heyva Sor a Kurd ya ku li Herêma Sînaya ye, bi tevlîbûna endamên Heyva Sor û rojnemevanên li Qamişloyê hat dayîn.
Destpêkê, sînevîzyon li ser kar û xebatên Heyva Sor a Kurd di rewşa dawî de hat pêşkêşkirin. Piştre daxuyanî ji aliyê Hevseroka Heyva sor a Kurd Hediya Ebdullah ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Hediya Ebdullah bi bîr xist ku pêleke nû ji koçberiyekê bi êş, di 18’ê Kanûna 2026’an de dest pê kiriye û wiha domand: “Ev pêl ne koçberiyek nû ye, berdewamîya êş û zorê ye ku ji sala 2018’an ve didome. Dema ku êrîşên Tirkiyê û komên girêdayî wê gelê Efrînê mecbûr kirin ku ji warê xwe koç bikin. Gelek ji wan paşê çûn Şehbayê û piştî wê jî ji bo dîtina aramiyê ber bi herêmên Tebqa û Reqa ve koç kirin. Bi êrîşa dawî ya komên hikûmeta demkî ya Sûriyê li ser herêmên Tebqa û Reqa û bi bilindbûna astê komkujiyên mirovahî, gelê Efrînê û niştecihên van herêman careke din mecbûr bûn koç bikin ber bi herêmên Cizîrê li Rojava ve. Ew hatin bajar û bajarokên wekî Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Dirbêsiyê, Tirbê Spî, Girkê Legê, Rimêlan û Amûdê ku li dibistanan, mizgeftan, kampa Serêkaniyê û malên nav taxan de wekî stargehan cih girtin.”
30 hezar û 326 kes li 236 stargehan dimînin
Hediya Ebdullah got ku hejmara koçberên ku ji ber van bûyeran hatine, gihîştiye 30 hezar û 326 kesan ku li 236 stargehan dimînin û wiha pê de çû: “Ji kêliyên despêkê ji hatina koçberan ve, malbat bi rewşek mirovahî ya dijwar û her ku diçe zêdetir dibe re rû bi rû bûn. Kêmasiya cihê aramgiriyê, betanî û madeyên germkirinê, kêmbûna xwarin û ava paqij, kêmasiya karûbarên tenduristiyê û zexta mezin li ser derfetên herêmî di şertên zivistanê yên dijwar de hebû. Di beramberê vê rewşa lezgîn de, Heyva Sor a Kurd di demeke kurt de dest bi bersivdana lezgînî kir.”
‘Koçber hewceyî çareseriyek mayînde ne’
Hediya Ebdullah ragihand ku bersiva lezgîn a bi bandorî ku pêk hat, encama yekbûna civakî û hevgirtina gel bû, ku karîbû jiyana hezaran kesan di şertên pir dijwar de biparêze. Hediya Ebdullah got ku tevî hemû astengên mezin, di nav wan de şertên hewayî yên dijwar wekî berf û lehî û her wiha xetereyên ewlehiyê ku hin endamên wan jî rû bi rû mane, Heyva Sor a Kurd hîn jî bi hemû derfetên xwe karê xwe yê mirovahî didomîne. Hediya Ebdullah bal kişand ser rewşa xirab a di encama koçberiyê de derdikeve holê û wiha bidawî kir: “Koçber ne tenê hewceyî bersiva mirovahî ya lezgîn in. Her wiha hewceyî çareseriyek mayînde ne ku êşa wan a dubare bi dawî bike û ewlekarî û rûmetê ji wan re mîsoger bike.”