Heyva Sor a Kurd: Erka me xwedîderketina li koçberan e
Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediya Abdullah da zanîn ku xwedî li Koçberan derdikevin û pêdiviyên wan yên jiyanî yên bingehîn peyda dikin.
ZEYNEB ÎSA
Qamîşlo – Gelê ku ji taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Tebqa û Reqa ji ber şer û êrîşan koçberî kantona Cizîrê bûne, bi zivistaneke dijwar re rû bi rû dimînin. Bêyî ku stargeheke têrker an pêdiviyên bingehîn ji bo wan hebin, di tengasiyê de ne. Di nav van şert û mercan de, Heyva Sor a Kurd roleke girîng di dabînkirina alîkariya mirovî û rewşa koçberên de dilîze û hewl dide ku vê karesata mirovî sivik bike. Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediya Abdullah ji ajansa me re da zanîn ku ew weke Heyva Sor a Kurd xwedî li Koçberan derdikevin û pêdiviyên wan yên bingehîn bicîh tînin.
‘Koçber bi sermaya zivistanê re rû bi rû dimînin’
Hediya Abdullah diyar kir ku piraniya kar û xebatên Heyva Sor a Kurd di rewşên awarte de ye. Hediya Abdullah ragihand ku Heyva Sor a kurd di sala 2012’an de hatiye avakirin û got ku piraniya kar û xebatên wan di rewşên awarte de ye. Hediya Abdullah bi van gotinan behsa erk û xebatên Heyva Sor a Kurd kir: “Dema ku rewşa şerekî derdikeve holê, sivîl birîndar dibin yan rewşên koçberiyê çêdibin, em wan tedawî dikin. Di rewşên normal û aram de jî em bi alîkariyên tenduristî yan pêdiviyên jiyanî xwedî li gelê xwe derdikevin. Ji 6’ê Çileyê ve, şerekî giran li ser gelê me li yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hat meşandin. Ji neçarî koçber bûn û di heman demê de jî koçberî ji Reqa û Tebqayê ber bi herêma Cezîrê ve jî çêbû. Di vê koçberiyê de gelan pir tengasî dîtin û bi sermaya zivistanê re rû bi rû man.”
‘Di kilînikên gerok de koçberên nexweş yên dibistanan tê tedawî dikin’
Hediya Abdullah da zanîn ku bi riya kilînîkên gerok koçberên nexweş tedawî dikin û wiha berdewam kir: “Heyva Sor a Kurd ji roja yekem a koçberiyê de bi hemû tîmên xwe ket nav liv û tevgerê. Tîmên me yên Heyva Sor a Kurd gelek in, hinek tîmên me jî kilînîkên gerok in di nava koçberan de digerin. Ji ber ku ev koçber di sar û sermayê de koçber bûne û di dibistana de bi cih dibin, gelek nexweşîn bi wan re çêbûne. Ji bo ku rewşa wan koçberan girantir nebe, yekser kilînîkên me yên gerok mudaxale li wan dike û wan tedawî dike. Kilînîkeke me ya gerok a sabît li stadyoma Şehîdên 12’ê Adarê ma û yên din jî li dibistana di nav koçberan de digeriya û wan tedawî dikin. Hejmara kilînîkên gerok li cem me kêm bû, lê ji niha û heftiyeke din wê 7 kilînîkên gerok ji me re werin da ku em hîn bêhtir koçberan tedawî bikin û li wan xwedî derkevin. Gelek zarokên ku nû ji dayîk bûne, ji wan re jî şîr û pêdiviyên wan tên peydakirin. Her wiha koçberên ku niha di dibistanan de bi cih bûne, heta niha elektrîk û xaza wan nehatiye peydakirin. Ji bo wê jî rojane xwarin ji wan re tên amadekirin.”
‘Gelê Kurd ji Başûr û Ewropayê jî alîkariyê ji bo koçberan radestî me kirin’
Hediya Abdullah diyar kir ku 116 ji cihên kombûnê yên Heyva Sor a Kurd, li Qamişlo ne ji bo alkîkariya koçberan dixebitin û wiha domand: “Gelê Kurd ê li seranserî cîhanê tevahî têkilî bi me Heyva Sor a Kurd re danî û alîkarî ji bo koçberan şandin. Her wiha Heyva Sor a Kurdistanê 300 hezar dolar da destê Heyva Sor a Kurd, ew jî bûn alîkarî û li gel hat belavkirin. Her wiha li nexweşxaneya gel da ku ew jî koçberan tedawî bike. Her wiha gelek kampanya dan destpêkirin. Ji gelên me yên li Başûr û Ewropa dan destê Heyva Sor a Kurd. Di heman demê de jî xêrxwaziya Berzanî jî bi me re bû alîkar da ku em pêdiviyên koçberan bicîh bînin. Mijarên tenduristî mijarên herî girîng in. Di dema niha û sermaya wê de gerek ev koçber rojane werin tedawîkirin da ku nexweşîn li yên saxlem jî belav nebin. Di dema niha de ji bo alîkariya koçberan cihên me yên kombûnê li Qamişloyê 116 in. Li bajarê Dêrik, Amûdê û Girkê Legê wan jî hene, lê yên pir li Qamişloyê ne. Ji ber ku piraniya koçberan li Qamişlo bi cih bûne, lê em li hemûyan jî xwedî derdikevin.”
‘Ev koçberî bandorê li psîkolojiya wan jî dike’
Hediya Abdullah tekez kir ku ew weke Heyva Sor a Kurd wê bi koçberan re her tim alîkar bin, xwedî li wan derkevin û wiha bi dawî kir: “Wek Heyva Sor a Kurd alîkariyên me cih girtin û em hîn jî bi berdewam dikin da ku em alîkariya gelên xwe yên koçber bikin û çi ji destê me were em ê bi wan re alîkar bin. Lê pêwîstiya herî mezin, gelê me yên koçber vegerin ser axa xwe û bi aramî bijîn e. Ji ber ku ev sê car in di rewşên koçberiyê de dijîn, ev yek jî dihêle ku bandor li psîkolojiya wan jî were kirin.”