Heyva Sor a Kurd: 3 endamên me dîl hatine girtin

Li bajarê Qamişloyê, Heva Sor a Kurd ragihand ku di êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser neweşxaneyan de 3 endamên wan ku karmendên tenduristiyê ne, hatine dîlgirtin û banga azadiya wan kir.

Qamişlo – Çeteyên HTŞ’ê ji 6’ê Çileyê heta niha ve bi sedan zarok, jin û gelê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di komkujiyan re derbas kirin. Çeteyan bi rengekî eşkere bi kiryarên xwe, bombebarankirina nexweşxaneyan û qetilkirina karmendên tendirustiyê û dîlgirtina wan, sucên şer pêk anî. Li dijî van êrîşan li bajarê Qamişlo Heyva Sor a Kurd daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amademûna Endamên Heyva Sor a Kurdî li pêşiya avahiya wan ji aliyê Hevseroka Heyva Sor a Kurdî Hediya Silo ve hat xwendin.

‘3 endamên me dîl girtine’

Hediya Silo ragihand ku di bûyerên dawî de li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê, sê endamên Heyva Sor a Kurd ji aliyê "Hikûmeta Demkî" ve hatine girtin û wiha got: “Erka xwe ya mirovî ya peydakirina alîkariya yekem û lênêrîna bijîşkî ji sivîlên ku ji êrîşê bandor bûne, pêk dianîn. Em wek Heyva Sor a Kurd, piştrast dikin ku tîma me bi tevahî bi karê mirovî re mijûl bû, dûrî her ajandayek siyasî an leşkerî bû. Her 3 endamên me yên girtî jî ev in:

*Yûsif Henan Hamoko - Ajokarê Ambûlansê

*Ebdulrehman Ebdo - Hemşîre

*Ramî Hisên El-Elî - Berpisyarê Tîma Bijîşkî”

Bang li rêxistinên navnetewî

Hediya Silo destnîşan kir ku girtina van xebatkaran, binpêkirinek eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye û wiha got: “Qanûna ku parastina xebatkarên bijîşkî û alîkariyê di dema pevçûnan de garantî dike. Em berdana hevkarên xwe ya bê şert û merc, mîsogerkirina ewlehiya wan û vegera wan a ji bo karê wan ê mirovî, daxwaz dikin. Em aliyên berpirsyar, ji bo her zirara ku dibe ku bi serê wan de were bi tevahî berpirsyar dibînin. Her wiha em bang li hemû rêxistinên navnetewî û mirovî dikin ku bi lezgînî mudaxele bikin. Divê, rêzdarî nîşanî prensîbên xebata mirovî bidin û karmendên bijîşkî û alîkariyê, ji her girtin an jî hedefgirtinê bên parastin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.