Heyeta jinan a ji Rojava li Emerîkaya Latîn hevdîtinan dike
Nûnerên Kongra Star Bêrîvan Xalid û Dîrok Qehreman di çarçoveya vexwendineke fermî ya tevlêbûna Konferansa Jinan a Cîhanê de, li Emerîkaya Latîn bûn û serdanên xwe yên li herêmê didomînin.
Navenda Nûçeyan – Nûnerên Kongra Star Bêrîvan Xalid û Dîrok Qehreman di çarçoveya vexwendineke fermî ya tevlêbûna Konferansa Jinan a Cîhanê de li Emerîkaya Latîn in. Nûnerên Kongra Star hevdîtinan bi sazî û rêxistinên jinan re dikin.
Heyet beşdarî konferansa ku ji aliyê tevgerên jinan ve di navbera 11-15’ê Sibatê de li paytexta Kolombiyayê Bogotayê hat lidarxistin bûn. Konferans, bi dirûşma “Em ê bibişkivin ji ber ku şer nikare kokên me tune bike” hat lidarxistin û zêdetirî 400 jinên ji welatên cuda yên cîhanê beşdar bûn.
Her wiha heyet piştî beşdarî konferansê bû, serdanên xwe yên bi sazî û rêxistinên jinan re didomîne