Heyeta dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bike tê Tirkiyeyê
39 kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, îro dê ji Ewropayê bên Tirkiyeyê û di çarçoveya pêvajoyê de hevdîtinan bikin.

Navenda Nûçeyan – Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ku ji hêla akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegerên ku ji ber zextên Tirkiyeyê çûn derveyî welat ve hatiye avakirin, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kampanya dan destpêkirin.
Kampanyaya ku bi navê “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” hatî destpêkirin, li gelek welatên Ewropayê didome û gelek kesên dixwazin piştgiriya xwe ya bi pêvajoya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re nîşan bidin û nêrînên xwe parve bikin, dê îro bên Tirkiyeyê.
Di vê çarçoveyê de, 39 kesên ku rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, wekîl û hiqûqnas jî di nav de ne, dê di 1-2’yê Tîrmehê de li Tirkiyeyê hevdîtinan bikin. Heyet, dê di 1’ê Tîrmehê de bi Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re hevdîtinê bike. Di heman rojê de dê biçe serdana rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê. Piştre jî dê heyet bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re hevdîtinê bike.
Dê Danezan were parvekirin
Hevdîtinên heyetê dê di 2’yê Tîrmehê de li otêleke Taksîmê bi “Civîna Maseya Gilover” bidome. Endamên heyetê dê di civînê de nêrînên xwe yên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, pêşniyarên xwe yên têkildarî bê civaka navneteweyî dikare çawa ji pêvajoyê re sûdewer be parve bike. Piştî civînê jî dê danezana hevpar bi raya giştî re were parvekirin.