Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike, ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.
Navenda Nûçeyan- Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Di nava heyetê de parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol cih digrin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê herî dawî di 2’yê Kanûna 2025’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.