‘Heya vegerekî bi ewle û bê dagirkerî dê têkoşîna me bidome’

Koçberên Efrînî, digel ku 7 sal di ser koçberiya bi darê zorê re derbas bû jî, têkoşîna ji bo vegera mal û axên xwe didomînin û dibêjin ku heya vegerek bi ewle û bê dagirkerî ew ê têkoşîna wan bidome.

ESMAA MUHEMED 

Qamişlo – Piştî êrişên dewleta Tirk a di sala 1018’an de bi sed hezaran gelê Efrînê neçar ma koçberî Şehbayê bibe. Di sala 2024’an de Efriniyên ku li Şehbaya lê bi cih bûbûn carekî din rastî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî man û cara duyemîn neçar man ku koçberî herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Penaber, ji bo vegera mal û axen xwe yên neçar mane bi darê zorê biterikînin, bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Lê belê, tevî ku li ser dagirkirin û li bendêbûnê bi salan derbas bû jî, sozên derbarê vegera bi ewle û bi rûmet de hê jî li ser qaxiz dimîne.

Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sureya Mistefa ya ji Efrînê ye, diyar kir ku bi hezaran penaber li benda pêkanîna bendên peymana ku di navbera Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê û QSD'ê de hatiye îmzekirin ku vegera bi ewle û bi rûmet bê mîsogerkirin sekinîne. Sureya diyar kir ku heta armancên wan bên pêkanîn, ew ê berxwedana xwe bidomînin.

‘Em têkoşîn û bexwedana xwe didomînin’

Sureya Mistefa, wiha axivî: "Em hêj di vegera bajarê xwe, malên zarokatiya me derbas bûye û erdên ku me bi destên xwe çandine de rastî zehmetiyên mezin tên. Piştî berxwedana qehremanî ya 58 rojan a li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, em neçar man ku koçî Şehbayê bikin. Lê belê, me li vir heft salan bi biryardarî û bê westan berxwedana xwe domand."

‘Peyman tenê li ser kaxez maye’

Sureya Mistefa, destnîşan kir ku gel soz daye xwe û cîhanê ku heta vegerin ser axa xwe û heta ku azadiya xwe bi dest bixin, ew ê berxwedana xwe bidomînin. Sureya wiha berdewam kir: “Lê belê, peymana ku di navbera Rêveberiya Demkî ya Sûriyê û QSD'ê de hatiye îmzekirin û vegera bi ewle û bi rûmet a kesên ku bi zorê ji bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatine koçberkirin mîsoger dike, tenê li ser kaxezê maye. Heta îro jî, bi hezaran penaber li benda pêkanîna sozên hatine dayîn e.”

‘Em her tim bi hêviya vegerê, biryardarî û îradeya xwe diparêzin’

Sureya Mistefa, destnîşan kir ku tevî koçberiya bi darê zorê jî berxwedan didome û axaftima xwe wiha domand: "Em her tim bi hêviya vegerê, biryardarî û îradeya xwe diparêzin. Em ê heta ku xeyala me ya vegera Efrîn welatê zeytûn û aştiyê pêk were, têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li Rêveberiya Demkî bikin; Bila sozên xwe bicîh bînin û dest bi pêkanîna peymanê bikin. Mafê penaberan heye ku vegerin malên xwe û jiyana xwe bi azadî û ewlehî bijîn."

Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sureya Mistefa, destnîşan kir ku divê pêşeroja Sûriyeyê bi pergalek demokratîk, piralî û nenavendî were avakirin û daxwaza avahiyek ku mafên hemû civakên etnîkî û olî garantî bike û edalet û wekheviyê mîsoger bike, kir.