‘Hewl didin zihniyeta DAIŞ’ê li Sûriyeyê zindî bikin’
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Hesekê Emanî El Xerbî tekez kir ku zihniyeta cîhadî ya Heyet Tehrîr El Şam li Sûriyeyê metirsiyê ava dike û DAIŞ’ê zindî dike.
TESNÎM EL SARÎ
Hesekê – Li herêmên Sûriyeyê ku cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) xistine bin kantrola xwe bûyer û sûcên di bin navê "kiryarên şexsî" de tên kirin bi cînayet, revandin, lêdan û îşkenceyê ji rojevê dernakevin. Di heman demê de kiryar û sûc li dijî peyker, mezheb û cihên pîroz pêk tên. Ev binpêkirin di nava pêkhate û baweriyên Suryan de fikaran çêdike.
Sûriye bi cudahiya xwe ya çandî û dewlemendiya gelê xwe ji pêkhate, ol û mezhebên cuda ku bi hev re dijîn, navdar e. Ev yek di dîroka Sûriyeyê de dihate dîtin ku di nava xwe de dewlemendiyên civakî ava kiribû. Mixabin ev gel her dem di warê temsîlkirin û îradeya xwe di cihên biryargirtinê de ji aliyê hêzên desthiladar ve ku herêm bi rê ve dibirin, dihatin dûrxistin. Ji Osmaniyan bigre heya dagirkeriya Fransayê û herî dawî malbata Esed. Heya jin jî piştî bidawîbûna serhildanan rola wan dihat çewisandin. Weke Nazik El Ebêd yek ji şoreşgerên di dema dagirkeriya Fransayê de ye ku beşdarî şerê Meyselûnê bibû.
Piştî aloziya Sûriyeyê ku 14 salan berdewam kir û şikandina sîstema Sûriyeyê, Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) hat ser rêbeberiya Sûriyeyê. Vê yekê bi Sûriyeyiyan re tirsek ava kir. Ji ber ku HTŞ zihniyeta cîhadîstanan dimeşîne. Her wiha wê rola tevgerên jinan jî ku ji bo bidestxistina rola xwe têkoşiyane, biçewisîne.
‘Hewldanên zindîkirina DAIŞ’ê bi riya HTŞ’ê’
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşeroj ya bajarê Hesekê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emenî El Xerbî bal kişand ser tirs û fikarên gelê Sûriyeyê ji ber rêvberiya Heyet Tehrîr El Şam û wiha got: “Rêvebirina Sûriyeyê ji aliyê HTŞ’ê ve li bi pêkhateyên Sûriyeyê re metirsiyek ava kir. Ji ber ku zihniyeta cîhadîst dimeşîne û hewl dide fikra DAIŞ’ê careke din li Sûriyeyê nû bike. Hilweşandina sîstema Beasê piştî şerê 14 salan gavek ji bo Sûriyeya nû baş bû. Lê gihîştina Heyet Tehrîr El Şam ji cihê rêveberiya Sûriyeyê re gelek metirsiyan bi xwe re tîne. Em hêvî dikin ku Sûriyeya demokratîk a hemû pêkhateyan di nava xwe de digre, bê avakirin. Rola jinan di cihê biryardayînê de bê pêşxistin. Tiştên ku li Sûriyeyê niha diqewimin jî beravojî hêviyên gel in.”
‘Em ê Sûriyeya demokratîk a ne navendî ava bikin’
Emanî El Xerbî tekez kir ku divê jin destkeftiyên xwe li dijî zihniyeta desthilatdaran biparêze û got: “Divê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku di şoreşê de pêşengî kirine, destkeftiyên ku di vê şoreşê de bi dest xistine, biparêzin. Şoreşa Rojava maf û rola jinan careke din bi dest xist. Divê jinên Sûriyeyê jî tecrubeyên xwe ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigrin. Em di Partiya Sûriyeya Pêşerojê de her dem hewl didin Sûriyeya demokratîk ne navendî ava bikin. Her wiha hemû pêkhate û mezheban bigre nava xwe û cihê hemwelatiyan di cihên biryardayînê de ava bikin.”
Em ne li dijî kesan li dijî vê zihniyetê ne’
Zihniyeta ku rêveberê Heyet Tehrîr El Şam dimeşîne ji zihniyeta sîstema Sûriyeyê ya berê ne dûr e û wiha pê de çû: “Zihniyeta ku niha li Sûriyeyê tê meşandin ji zihniyeta sîstema Esed ne dûr e bi rakirina yek al, yek dirûşm û yek partiyê. Ji ber vê yekê gel li dijî sîstema Esad serî hilda. Em ne li dijî kesên ku Sûriyeyê bi rê ve dibin, em li dijî zihniyeta paşverû ne.”
‘Ayşe El Dibis jinên Sûriyeyê temsîl nake’
Emanî El Xerbî daxuyanî û gotinên Ayşe El Dibis red kir û ev tişt got: “Ayşe El Dibis bi gotinên ku ew rê nade tu kesên bi nêrîna wê nerazî ne û beşdarbûna jinan di dadweriyê de bi nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê ve girêdayî ye û li gorî qanûnên îslamî be, ew temsîliyeta jinên Sûriyeyê nake. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di gelek qadên civakî de destkeftiyên mezin bi dest xistin. Her wiha dikaribûn di nava malbat û têkoşîna xwe de hevsengiyek ji bo ku bigihîjin azadiya xwe, ava kirine.”
‘Li hemberî zihniyeta koletiyê têkoşîn wê mezin bibe’
Emanî El Xerbî diyar kir ku divê carek din kesên ku Sûriyeyê bi rê ve bibe di ber çavan re derbas bibe û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê civaka navneteweyî kesên ku Sûriyeyê bi rê ve bibe û destûra nû ya Sûriyeyê binivîsîne, di ber çavan re derbas bikin. Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu carî koletiyê qebûl nakin em ê li hemberî zihniyeta kolekirina jinan têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin.”