Hewl didin tiştên kiryar pêkaniye veşêrin

Ji bo xwegihandina nûçe û parvekirinên der barê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Erkan Kosedag ê ku li dijî zarokan tacîza zayendî pêkanî de, biryara astengkirine hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Hate hînbûn ku Dadgeha Cezayê Sulhê ya Agiriyê, ji bo xwegihandina nûçe û parvekirinên der barê Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Agiriyê Erkan Kosedag ê ku li dijî gelek zarok tacîza zayendî pêkanî de, biryara astengkirinê da.

Piştî serlêdana parêzerê Erkan Kosedag, dadgehê di biryara xwe de wiha got: “Li gorî dadgehê me heta ku lêpirsîna bûyerê ya di çarçovoya xala 3/2 ya qanûna bihejmara 5187’an de bidawî bibe, biryara hatiye dayîn ku di medyaya nivîskî, dîtbarî û hawirdora înternetê de weşandina nûçe, hevpeyvîn, rexne û hwd. were qedexekirin. Lêpirsîna bûyerê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê ve hat destpêkirin hê berdewam dike û ji ber vê jî hate tespîtkirin ku nûçe û parvekirinên bi vî awayî li dijî meşandina lêpirsînê bibê astengî û zirar bide mafên kesane yên kesê ku vê yekê daxwaz dike. Bi qebûlkirina daxwazê ya li gorî rêgez û qanûnê, biryar hate dayîn ku nûçe û parvekirinên li ser adresên înternetê li gorî xala 9'an a qanûna bi hejmara 5651'an bê astengkirin.”

Ji bo parvekirinên ku bi nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê ya bi sernavê "Kiryarên êrîşa zayendî Kosedag hate protesto kirin” di gelek malperên nûçeyan û hesabên medyaya dîjîtal de hatin kirin, astengiya xwegihandinê hat anîn.