Hevserokên jin nêrîna civakê guherandin
Berdevka Şaredariyên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Omer, da zanîn ku di şaredariyan de jin bûne xwedî biryar û astengiyên civakî derbas dikin.
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Di çarçoveya tevgera civakî ya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan de, jinên ku di şaredariyan de dixebitin wekî mînakek zindî ya şikandina astengiyên civakî yên kevneşopî û nîşandana hebûna rast a jinan di cihên biryardayînê ne. Hebûna wan di nav şaredariyan de êdî ne tenê temsîliyeta sembolîk e, bûye hebûneke bingehîn ku îradeya ji bo guhertinê û avakirina civakek dadwertir û wekhevtir îfade dike. Îro, jinên di şaredariyan de kevirê bingehîn ê pergala civakî pêk tînin, dengek temsîl dikin ku hewcedarî û fikarên mirovan nîşan dide û prensîba hevkariya rastîn di rêveberî û xizmeta giştî de temsîl dikin.
Berdevka Şaredariyên Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer ji ajansa me re behsa têkoşîna jinan a li hemberî şîdetê kir û li ser hebûn û xwenîşandana jinan a di cihê biryarê de ya di şaredariyan de axivî.
‘Biryara herî girîng cihgirtina jinan di hemû şaredariyan de bû’
Bêrîvan Omer balkişand ser sîstema hevserokatî û hebûna jinan a di şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de û diyar kir ku ji destpêka ku ev şaredarî hatine avakirin ve sîstema hevserokatiyê wek saziya yekem hatiye pêkanîn. Bêrîvan got ku “Heger em bandora li ser guhertina rewşa jinan û hebûna wan a di cihê biryardayînê de binirxînin, em dibînin ku biryara herî girîng ew bû îro jin di hemû şaredariyan de cihê xwe bigrin.”
‘Di nav 19 şaredaran de tenê jinek hebû’
Bêrîvan da zanîn ku ev demek e civînên şaredariyên cîhanê hebûne û ragihand ku ew jî wek Şaredariya Bajarê Qamişloyê beşdarî van civînan bûne. Bêrîvan destnîşan kir ku ji nav 19 serokên şaredariyan tenê jinek ji temsîliyeta şaredariya bajarê Qamişloyê hebûye û sedema wê bi van gotinan anî ziman: “Ji ber ku sîstema hevserokatiyê heye. Ev qada ku her dem mêr tê de kar kiriye, ji bo wê jî heger ku wiha vekirî mabûya, wê her dem mêr bi rêve bibira.”
‘Temsîla îradeyek e ku îro li ser erdê encamên xwe dide’
Bêrîvan diyar kir ku îro hebûna jinan hiştiye ku jin cihê xwe di asta yekemîn de bigrin û di rola xwe de biryar bigrin û destnîşan kir ku tenê xebatkarên jin wê nikaribin guhertinan çêkin. Bêrîvan anî ziman ku ji ber wê jî ev destkeftiyeke Şoreşa Rojava ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha pê de çû: “Ji bo jinan guhertinek mezin bû. Temsîla îradeyek e ku îro li ser erdê encamên xwe dide. Ev guhertinên di nava şaredariyan û têkiliyên bi gel re û pîvanên demokrasiyê û wekheviyê li pêşiya hebûna jinan bû. Di meclîsên şaredariyan her wiha di meclîsên gel ên hilbijartî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rêjeya jinan ji sedî 50 be, ev jî ji bo me jinan gaveke dîrokî ye. Em vê temsîliyetê bi vê rêjeyê bi zagonî pêk naynin. Ji ber ku di peymana civakê de weke bingeh hat dayîn.”
‘Em ê derfetên kar ji bo jinan biafirînin’
Bêrîvan Omer got rola ku ew dixwazin di şaredariyan de bilîzin û cudahiya di navbera jin û mêr de bişkînin û derbas bikin, yek jê ew e ku bi hemû rêxistinên jinan re wek beşek cihê xwe tê de digrin. Bêrîvan diyar kir ku ev yek di aliyê hişmendiyê û perwerdeyê de, hem di hundirê şaredariyê de hem jî di nava civakê de pêk tê û wiha berdewam kir: “Ya duyem jî em weke şaredarî di nava xebatên xwe yên ku di nava civakê de hatibûn naskirin tenê xebatên mêran e, êdî me ev qalib şikandiye. Tu xebat tunene ku bêjin ev xebatên jinan e ev jî yên mêran e. Hemû xebat li gorî mirov çiqas xwe dibîne ku dikare vê xebatê baş bike dikare tê de cih bigre. Digotin ku jin nikarin di nav bajêr de wesayîtên mezin bajon. Me perwerde da ku jin fêr bibin wesayîtên mezin di hundirê bajar de bajon û wî qalibî bişkînin.”
‘Îro bi sedan jin di şaredariyan de karê şopandina avahiyan û bazaran dikin’
Di vê mijarê de zextek mezin li ser jinan hebûye, ji ber ku derfetên kar ji wan re bi sînor bûne, tenê çend kar hebûne ku tê de kar bikin. Bêrîvan vê pirsgirêkê û yên di hêla nêrîna civakê de jî bi bîr xist. Bêrîvan ev yek mîna sedema hewldana şaredariyan a şikandina van sînoran nîşan da û wiha pê de çû: “Ya duyem jî ew e ku em derfetên kar ji wan re bidin avakirin. Ji bo ku jin xwe îsbat bikin û nêrîna ku jin nikarin gelek karan bikin, bişkînin. Jinan di dîrokê de karê herî zehmet dikir, heta niha jî li hinek gundan karê herî zehmet jin dikin. Li bajaran jî dibêjin hinek kar giran in li ser jinan. Ya ku bikaribe malekê bi rê ve bibe, wê bikaribe gelek karan jî bi rê ve bibe. Îro bi sedan jin di şaredariyan de di karê şopandina avahiyan û bazaran de dixebitin û berpirsyariyeke pir mezin digrin ser milên xwe.”
Ji bo zarokên xebatkarên jin navend ava kirine
Bêrîvan Omer bal kişand ser erka meclîsên şaredariyan ku di rêziknameya xwe de çawa mafên xebatkarên jin diparêzin. Bêrîvan ragihand ku di xebatên meclîsên şaredariyan de weke rêzikname hatine nivîsandin û van xebatan wiha vegot: “Ji bo parastina jinan a di mijarên tundiyê de, bi taybetî jinên ku xebatkarên şaredariyê ne, di wir de biryarên ku li ser jinan bên girtin, gerek jin bigrin. Nabe ku hevalên mêr bigrin. Di wir de hevalên mêr dikarin pêşniyar bikin, lê dîsa vedigere meclîsa jinan, li wir biryar tê girtin. Di meclîsên şaredariyan de perwerdeyê birêxistin dike ji bo ku weke wekhevî di navbera jin û mêr de bi çi awayî ye û wateya wê çi ye. Di aliyê zehmetiyên ku jin dikşînin de mesele ew e ku jinên zarokên wan hene nikarin werin kar ji ber zarokan, şaredarî ji wan zarokan re navend ava dike ku dayîkên wan bikaribin werin kar bikin.”
‘Cihê ku jin ne rêxistinkirî bin meclîsa wan bi rola xwe ranabe’
Bêrîvan Omer da zanîn ku hebûna rêxistinkirî ya jinan di hundirê şaredariyan de bandorê li ser têgihîştin û tevgera civakê dike. Bêrîvan tekez kir ku hebûneke rêxistinkirî ji bo jinan di kîjan qadê de be, sîstema yekemîn ji bo parastinê ye û hûrguliyên sîstemê wiha anî ziman: “Heger jin ne rêxistinkirî bin, bi kêr tên. Ev di qada şaredariyê de xeteriyeke pir mezin tîne. Cihê ku jinan xwe lê bi rêxistin nekiribe, meclîsên wan bi rola xwe ranabin. Em dibînin ji aliyê hevalên me yên mêr ve tên bikaranîn. Mesela ku biryar li ser wan were dayîn, ji kar bên derxistin û biçûkxistina karê wan. Rola yekemîn ji bo ku em bikaribin van mijaran bidin sekinandin, rêxistinkirin e. Ji bo ku jin lêvegera xwe nas bikin û ji bo ku em lêvegera wan biparêzin.”
‘Hev diparêzin û dikarin biryarek hevbeş bigirin’
Di gelek şaredariyên kantona Cizîrê de hevserokên jin roleke pir mezin lîstin. Êdî dikarin nêrîna gelê wî bajarî ji bo wê şaredariyê bidin guherandin. Bêrîvan bi bîr xist dema ku jinan pişta xwe spartine rêxistina jinan û meclîsa jinan, di hundirê şaredariyê de bi hev re kar kirine. Bêrîvan encama vê rêxistinbûnê bi gotinên “Ya yekemîn hev diparêzin ya duyemîn jî dikarin biryarek li gor ramana hevbeş a jinan bidin stendin” bi kurtasî vegot.
‘Em ji bo civak û malbatek hevgirtî dixebitin’
Di destpêka avakirina şaredariyan de pirsgirêkên çandî û aborî zehmetiyek mezin bi xwe re anîne. Bêrîvan Omer balkişand ser cudahiya di navbera salên destpêkê û niha de û wiha domand: “Di destpêka şaredariyan de pirsgrêkên çandî zehmetiyek mezin dianîn, nedihiştin ku jin kar bikin. Ji ber ku di çanda vê civakê de dema ku tu vegerî beriya 20 salan, heya niha jinan di karê şaredariyan de karê yekemîn nekiriye, karê bazaran ên şopandinê nekiriye. Jinan çi kar kiriye? Di ofîsek de be, îmzeyek jê bê xwestin, lê karekî ku bi xwe guhertina bi destê xwe çêbike û biryarê bi xwe bide, nekiribû. Ji bo wê jî me pir zehmetî dikşand ku em vê çandê bidin guherandin. Pêwîst e jin werin kar bikin û îsbat bikin ji bo ku baweriyê bi civakê re çêkin.”
‘Jin di rewşeke aborî ya zehmet de ne’
Bêrîvan balkişand ser ferqa di navbera pêşveçûnên her salek de û mînakek wiha da: “Îro cuda ye, 2012, 2013, 2014 cuda ye û 2025 cuda ye. Îro em dikarin bêjin guhertineke çandî çêbû. Kesên ku tên vê derê lê napirsin hevserok mêr e yan jin e. Kî hevserok e, xwedî biryar e, dikare kar bimeşîne û sîstema me ku herdu bi hev re kar bimeşînin. Pirsgirêkên aborî yên ku berdewam dikin li hemû Sûriyeyê bandoreke pir mezin çêdikin. Jin di rewşeke aborî ya zehmet de ne.”
‘Hemû rojên me bi têkoşînê derbas dibin’
Bêrîvan Omer da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her rojek, bi têkoşîn derbas dibe û wiha bi dawî kir: “Li hemû welatên cîhanê heta îro jin rastî şîdetê tên. Ji bo wê jî doza me jinan yek e. Tecrubeya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibe, sîstemeke xweser a jinan e. Ev yek divê mînak be ji bo hemû jinan ku bikaribin di vê dozê de em bi hev re biser bikevin.”