Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Heleb ezmûna mirovahiyê ye

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, destnîşan kirin ku êrîşên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê polîtîkayek bi pergalî ya tûnekirina Kurdan e.

Enqere – Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, têkildarî êrişên çeteyên girêdayî Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê yê li dijî taxên Kurdan ên li Helebê, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî dan. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û parlamenter jî di daxuyaniyê de amade bûn.

Tulay Hatîmogullariyê, êrişên ser Helebê weke “sûcê li dijî mirovahiyê” pênas kir û wiha bal kişand ser Mitabeqeta 10’ê Adarê: “Rejîma Sûriyeyê her carê behsa mutabeqetê dike lê bi êrişa li Helebê re ev mutabeqet hate binpêkirin. Bi sembolên DAIŞ’ê, bi çekên giran êrişî qadên sivîlan kirin. Bi fetwayên tarî yên weke ‘xwîna Kurdan helal e’ êriş hate sorkirin. Ev ne tenê li dijî Kurdan, êrişeke li dijî wijdana hevpar a mirovahiyê bû. Em careke din dibêjin; Kurd ne tenê pîvana siyasetê, di heman demê de sînorê pîvana exlaq û heysiyetê ne.”

‘Em bang li her kesî dikin ku li dijî van dengê xwe bilind bikin’

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari, bi bîr xist ku cenazeyê jinekê ji hêla komên paramîlîter ve ji avahiyekê avêtina xwarê û got: “Ev, wehşet e. Yên ev yek kirin, keriyê wehşetê ye. Ev nayê qebûlkirin. Ev yek di tu ol, wijdan û baweriyan de nîne. Hiqûqa şer van sepanan red dike. Di serî de jin, em bang li her kesî dikin ku li dijî van dengê xwe bilind bikin. Em careke din dibêjin ku bi gelê xwe yê birûmet ê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ber xwe dane re ne. Kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û bo birîndaran şîfayê dixwazin.”

‘Ji bo tengkirina Kurdan û valakirina Helebê ji Kurdan van êrişan dikin’

Tulay Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha domand: “Ev berxwedan ne tenê ya du taxan e, berxwedana pêşeroja demokratîk û piranîparêz a Sûriyeyê ye. Divê ev her du taxên birûmet bi tenê neyên hiştin. Divê civaka navneteweyî destûrê nede ku ev tax veguherin Xezeyê. Bêdengî, hevkariya vî sûcî ye. Banga me ya vekirî ya bo hêzên navneteweyî û garantor ev e; berpirsyartiyên xwe bicih bînin. Dema hêzên we lihev kirine li pêş çavên we komkujiyan dikin, bêdeng nemînin. Van êrişan tavilê bidin sekinandin. Êrişên ser van taxan, êrişên HTŞ û çeteyên wê yên nerewa û dermirovî ne. Ji bo tengkirina Kurdan û valakirina Helebê ji Kurdan van êrişan dikin. Divê ne tenê Kurd, hemû gelên herêmê û Tirkiyeyê bertek nîşan bidin. Banga me ji bo wan kesa ye yên dijminatiya Kurdan ji xwe re kirine pîşe ye; bila kesek dijminatiya li Kurdan ji xwe re neke amûra qezencê. Aştî, li ser xaka nefretê şîn nabe. Di demeke li herêmê geşedanên girîng diqewmin de yên ‘dijminatiyê li Kurdan’ dikin, geşedanên li herêmê fêm nakin. Ev ne bi xêra gelên Tirkiyeyê ye.

‘Em bi wê re ne ku maf û hiqûqa Kurdan were misogerkirin’

Heleb îro di ezmûna mirovatiyê de ye. Her kes mecbûr e aliyê xwe bigire. Weke DEM Partî em bi pêşerojeke azad, demokratîk û pêkvejiyanê ya Sûriyeyê re ne. Em bi wê re ne ku maf û hiqûqa Kurdan were misogerkirin. Li Sûriyeyeke Kurd ne xwedî maf û gotin, dê aramî nebe. Li Sûriyeyeke Elewî, Durzî, Xiristiyan û hwd. ne hemwelatiyên wekhev û xwe di ewlehiyê de hîs nakin dê aramî nebe.

Ji bir bi taybet bangî Wezareta Parastinê dikim; tavilê dev ji daxuyaniyê rageşiyê kûr dike berdin. Daxuyaniyên tên dayin, van êrişan teşwîq dikin. Gotinên bêperwa yên der heqê Sûriyeyê de, weke gule û bombe li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vedigerin. Em bang dikin ku her kes bi berpirsyarî tevbigere. Divê îktîdara Tirkiyeyê li Sûriyeyê ne bi şer re lê bi diyalogê re be û bi vê berpirsyartiyê tevbigere. Em agirbesta heyî ya li Helebê erênî dibînin û divê mayinde bibe. Girîng e ku xelkê wan taxan dîsa li warên xwe vegerin. Divê her kes di vê mijarê de berpirsyartiya xwe bicih bîne.”

‘Ew destên porên jinên Kurd kişandî dê dîsa bên şikandin’

Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku êrişên hatine kirin komkujî ne û got: “Tu hincet, bombebarkirina taxan, hedefgirtina zarokan nikarin rewa bikin. Di vê nîva zivistanê de ceyran û av hatin birîn, bi deh hezaran sivîl bi siyaseta tunekirinê rû bi rû man. Rejîmê, peymana 1’ê Nîsanê tune hesiband û bi êrişên ser Helebê re li dijî pêşeroja Sûriyeyê sûc kir. Destên wan kesên êrişî hêzên ewlekariyê yên jin ku taxên xwe diparastin kirin, yên pora wan kişandin ji hêla jinên Kurd ve beriya niha jî gelek caran hatin şikandin. Dê ew dest dîsa bên şikandin.

‘Berxwedana pênaseya rûmeta mirovahiyê û jiyana azad e’

Hêzên koalîsyonê yên qaşo li her derê li DAIŞ’ê digere, bila li Helebê binêre. Dê bibînin ka DAIŞ û yên mîna wê li ku ne. Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, berdewamiya têkoşîna birûmet a li dijî zîhniyeta DAŞ’ê ye. Dilê hemû Kurdan ji bo Helebê lê dide. Em, gelê xwe yê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ber xwe da silav dikin. Berxwedana wan ne tenê parastin e; her wiha pênaseya rûmeta mirovahiyê û jiyana azad e. Gelê Kurd bi tenê nîne.

‘Gelo tu dîplomatî yan leşker?’

Em li vir bangekî zelal li alîgirên şer ên li vê derê dikin; nebin aliyê vî şerî. Rageşiyê mezin nekin, çareseriyê xurt bikin. Deriyên diyalogê vekin. Lê mixabin di pratîkê de ev nehate kirin. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan digot ‘An dê hêzê bibînin yan jî gefa hêzê’. Ev ziman ne zimanê dîplomasiyê ye. Zimanê şer e. Gelo tu dîplomatî yan leşker? Tu li korîdorên dîplomasiyê diaxivî yan li odeya Şara operasyonê birêve dibe? Ev ziman, hewldana têkbirina îradeya aştiyê ya li Îmraliyê bilind bûye ye. Ev helwest, hewldana çalakkirina mekanîka darbeyê ye. Dibêjin heke li Helebê çareseriyê têk bibin, wê demê dê çareseriya li Enqereyê jî têk biçe. Divê her kes vê lîstika xetere bibîne. Bangî rayedarên HSD’ê bikin û li Enqereyê bicivin. Bi hev re çareseriyê pêş bixin. Lê xuyaye ku dixwazin Kurd derbê bixwin.

‘Kes nikare Kurdan ji Helebê derxîne’

Di serî de jin û ciwan, divê aqûbeta hemû kesên li Helebê dîl hatine girtin bê zelalkirin û bên berdan. Li Helebê dikare konseyeke herêmî ku bi awayekî wekhev nêzî hemû nasname û baweriyan dibe were avakirin. Kes nikare Kurdan ji Helebê derxîne. Bi sedan sala ye Kurd li wir dijîn û dê her bijîn. Ji bo birîndaran şîfaya xêrê dixwazim.”