Hevserokê DBP’a Wanê Gonul Uzunay: Paradîgma li cîhanê belav bû komplo vala derket

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di Girava Îmraliyê de girtî ye; di van 27 salan de tu carî dest ji îsrara muzakereyên aştiyê berneda. Hevseroka DBP’a wane Gonul Uzunay, bal kişand ser paradîgmaya Abdullah Ocalan, got ku komplo têk çûye.

MEMÎHAN HÎLBÎN ZEYDAN 

Wan – Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê destpê kir, 15’ê Sibata 1999’an bi anîna Tirkiyeyê berdewam kir. Komploya navneteweyî ya ku di şexse Abdullah Ocalan de hedef îmhakirina gelê Kurd bû, ket sala 27’an, planên îmha û tesfiyekirinê bi awayê cuda ketine dewrê. Herî dawî 6’ê Çileyê êrîşên ku li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê destpê kirin, li dijî Rojava domiyan û ev yek weke berdewamiya komployê tê dîtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, van êrîşan bi gotinên; “Duyemîn Komploya 15’ê Sibatê” bi nav kir.

Roja 15’ê Sibatê bi salan ji aliyê Kurdan ve weke “roja reş” hat bibîranîn û di her roja 15’ê Sibatê de çend sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin. Di Sibata 2025’an de ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn deriyên serdemeke nû vebûn. 

27’ê Sibata 2025’an Abdullah Ocalan bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” armancên komplogeran vala derxist, ji bo gelan çareseriya jiyana demokratîk pêşkêş kir. 

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Gonul Uzunay, diyar kir ku bi komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşxistin armanc ew bû ku meseleya Kurd bê çareserî were hiştin û hewl dan bi meseleya Kurd re herêm ji nû ve were dîzaynkirin. Gonul Uzunay bi bîr xist ku axa Kurdistanê cara yekem di sala 1639’an de bi Peymana Qesr-î Şirîn, cara duyem jî di 24’ê Tîrmeha 1923’de bi peymana Lozanê di navbera çar welatan de hatiye perçekirin û bûye qada mêtinkariyê. Gonul Uzunay: wiha got: “Serhildanên Kurdan hem bi mudaxeleyên herêmî hem jî navneteweyî hatin vemirandin lê bi derketina tevgera azadiya Kurd re, pêvajoyek nû dest pê kir, bi pêşengiya paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan, rastiya Kurd li gorî serdema nû derket hole û gihîşt asta tevgera neteweyek ku azadiya xwe diparêze.”

Gonul Uzunbay bal kişand ku destpêkirina tevgera gel di wan salan de rewşeke dewletên navneteweyî bipejirînin nebû, wiha got: “Hem Tirkiye hem jî dewletên navneteweyî diviyabû li gorî berjewendiyên xwe polîtîkayan bimeşandana. Di pêvajoyeke wiha de li ser birêz Abdullah Ocalan de komployeke herêmî û navneteweyî bi pêş ket. Serokwezîrê demê yê Tirkiyeyê Bulent Ecevît got ‘Em hê jî nizanin çima Apo teslîmê me kirin’ û nirxandinên ku birêz Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê kir, bi hemû aliyan nîşan da ku çima teslîmê Tirkiyeyê hatiye kirin.”

‘Hêzên navdewletî ji bo mêtinkariyê di neçareseriyê de îsrar dikirin’ 

Gunul Uzunay got ku bi komployê armanc ew bûye ku pevçûnên di navbera Tirk-Kurdan de sedsalên din bidin domandin û wiha domand: “Birêz Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de dianî ziman digot; ‘ez li çar paytextên Ewropayê geriyam, min dît ku tu kes ji wan ji bo çareseriya meseleya Kurd li çareseriyê nagere.’

Gelek welatên ku behsa demokrasî, edalet, wekheviyê dikin, di meseleya Kurd a ku bandore li ser herêmê û Rojhilata Navîn dike de di neçareseriyê de îsrar dikirin. Vê yekê nîşan da ku hegemony û mêtinkarî çiqas kûr bûye.” 

‘Komplo 27 sal in li Girava Îmraliyê didome’

Gonul Uzunay, bal kişand ku komploya navneteweyî 27 sal in li Girava Îmraliyê didome û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Her lêgerîna birêz Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê mixabin hat astengkirin. Di nava tecrîda giran de hem hiqûqa hundir a Tirkiyeyê hem jî pîvanên mafên mirovan di hiqûqa navneteweyî de hatin binpêkirin û her çû tecrîd girantir bû. Bi tecrîdê xwestin fikr û ramanên  birêz Abdullah Ocalan asteng bikin û antî propaganda bikin lewre wekî tê zanî paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan a demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinan ji bo riya 3’yemîn jî alternatîfek e. Li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk, li Rojhilata Navîn paradîgmaya azadî û wekheviya gelan e. Ji ber vê yekê dewletên navneteweyî, vê komployê bi sala 1999’an bi sînor nekirin, îro jî em dibînin ku komplo berdewam dike.” 

‘Komplo hat têkbirin’ 

Gonul Uzunay, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27 sal in li Girava Îmraliyê bi xwedî heman fikir û pratîkê ye, li pişt gotinên xwe yên di salên 1990’an disekine, vê yekê bi hevpeyvînên ku demek berê derketin holê jî diyar bûye.

Gonul Uzunay gotinên wiha berdewam kir: “Armanca sereke ya birêz Abdullah Ocalan ew e ku meseleya Kurd bi awayê demokratîk bi muzakereyan were çareserkirin. Bi vê yekê re dibêje ku meseleya Kurd tenê Tirkiyeyê têkildar nake lê di merheleya heyî de mirov dikare bibêje ku komplo vala hatiye derxistin. Li Tirkiye, Ewropa û çar aliyên Kurdistanê Kurd rabûn ser piyan û dest bi çalakiyên ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ kirin, gelek kesan agir bera bedena xwe dan û bi velavbûna paradîgmaya Abdullah Ocalan a li cîhanê komplo vala derket. Îro jî merheleya paradîgmayê vê yekê nîşan dide.”

Gonul Uzunay diyar kir ku Şoreşa Jinan a Rojava û serhildanên li Rojhilat bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dest pê kirin, encamên paradîgmaya Abdullah Ocalan bûne û got: “Ji ber vê yekê komplo her çendî ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî dest pê kiribe jî vala derketiye.”

‘Di şexsê Abdullah Ocalan de hedef azadiya gelê Kurd bû’

Gonul Uzunay, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bi salan e erdnîgariya Kurdistanê di bin mêtinkariyê de ye. Mêtinkarî tenê bi perçekirina axê bi sînor nema. Li ser ziman, nasname û hebûna Kurdan mêtinkarî hat meşandin. Mixabin di vê sedsal 21’ê de jî Kurd hê bi zimanê xwe perwerde nabînin, hê nikarin mafên xwe yên çandî bi kar bînin. Kurd hê jî li welatê xwe nikarin bibêjin ‘em hene.’ Bêguman di her warî de ji bo vê yekê têkoşîn didome, bedelên mezin hatin dayîn. Ji berê ve heta niha gelek rêberên Kurdan hatin darvekirin, surgunkirin, serhildan hatin vemirandin. Em dikarin gelek mînakan bidin û herî dawî di şexsê birêz Abdullah Ocalan de hebûna Kurdan hat hedefgirtin. Bêguman hem weke Kurd hem jî jineke Kurd her sal em roja 15’ê Sibatê komployê bi nefret şermezar dikin.”

‘Em li derdora Rojava bûn yek divê em helwesta xwe bidomînin’

Gonul Uzunay bal kişand ser pêvajoya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve bi banga 27’ê Sibatê dest pê kiriye û got: “Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” her çendî pêvajoyê negihîştandibe asta ku tê xwestin jî hewldana birêz Ocalan a ji bo muzakereyên aştiyê û îsrara wî didome.”

Gonul Uzunay, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di sala sala 2026’an de bi vê wate û girîngiyê ber bi 15’ê ve diçin. Têkoşîna gel, têkoşîna jinan, têkoşîna hebûnê û polîtîk a gelê Kurd jî îro bandora xwe nîşan dide. Ji ber vê divê em 15’ê Sibatê îro baştir binirxînin. Divê vê rojê tenê neyê şermezarkirin, bi derketina kolanan were pêşwazîkirin. Em jî bi vê wesîleyê her kesê vedixwînin ku beşdarî bernameyên 15’ê Sibatê bibin. Me ruhê yekîtiyê li Rojava bi dest xist. Ji bo berdewamkirina vê, em ji vê derê bang dikin ku ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê û raberkirina sekneke rêxistinbûyî, ji bo ev pêvajo ber bi aştî û muzakereyê ve biçe bi îsrar bin. Em bang li her kesê dikin ku di vî warî de ji bo daxwazên xwe bînin ziman derbikevin kolanan.”