‘Hevserokatî modelek dîrokî ye ku pergala baviksalar hildiweşîne’
Endama Sendîkaya Parêzeran a Kantona Cizîrê, parêzer Ceylan Hemî destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pêkanîn, modelek dîrokî ye ku pergala baviksalar hildiweşîne.
ESMAA MUHEMED
Qamişlo – Pergala hevserokatiyê, ku têgînên hêz û beşdariya siyasî ji nû ve pênase dike, wek modelek pratîkî derdikeve pêş ku hedef dike serdestiya mêr a domdar di biryardanê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişkîne. Ev ezmûn nîşan dide ku beşdariya jinan di rêveberiyê de ne tenê nûnertiya sembolîk e, berevajî rolek bi bandor e ku dikare polîtîkayan biguherîne û aramiya civakî xurt bike.
‘Hevserokatî pergalek a şoreşê ye’
Endama Sendîkaya Parêzerên Kantona Cizîr, parêzer Ceylan Heme, tundiya siyasî ya li dijî jinan, berdewamiya pergala hiyarerşîk a dîrokî ku zîhnyeta mêrsalar şekil girtiye û got: “Ketina jinan a qada siyasî ev pergal hejandiye û mekanîzmayên kevneşop şikandiye. Modela hevserokatiyê, ne tenê pêkanînek îdarî ye, modelek ku felsefeya beşdariyê di teyîsîne, desthilatdariyê ji pergala hiyararşîk derdixwe, jin û mêr di pêvajoyên biryargirtinê de beşdar bûye û şoreşek a çandî û siyasî hildigire.”
‘Jin bingehê pergala mêr hejand’
Ceyla Hemî da zanîn ku zîhnyeta mêrsalar, pergela yekem a otorîter ku di dîrokê de tê zanîn ava kiriye û got: “Tundiya siyasî ya li dijî jinan berdewamiya vê pargalê ye ku jinan ji siyasetê dûr dixe. Beşdarbûna jinan di qada siyasî de bingehê vê pergalê hejandiye. Ev dûrxistin bi awayên cûda derdikeve pêş. Dûrxistina jinan pozîsyonên bi bandor û biryargirtinê, lêpirsînkirina kêrhatiyên wan, weke li dijî wan destpêkirina şerê exlaqî û hedefgirtina rûmeta wane.”
‘Divê jin aktîv beşdarî pêvajoyê biryargirtinê bibin’
Ceylan Hemî îfade kir ku di hinek saziyan de li ser jinan wesayeta siyasî hê didome û got: “Kêmaniya ceribandina jinan, anjî bi zextên civakê û hincetên kevneşop ku divê jin îtaakar bin, rola wan hatiye sînordarkirin. Îro tişta pêwîstî pê heye ne tenê hebûna jinan di pozîsyonên biryargirtinê deye, di heman demê de beşdariya aktîv a hilberandina polîtîk û pêvajoyên biryargirtinê ye. Jinan tênê ji bo xweşikirina dikê hebe yek jî awayê herî xeter ê tundiya siyasî ye. Ev tê wateya ku wêneyê jinan cih bigre û ji mekanîzmayên biryargirtinê were dûrxistin.”
‘Peymanên civakê mafê jinan diparêze’
Ceylan Hemî anî ziman ku hinek jin ji ber zextên civakê, di pêwirên pozîsyonên biryargirtinê de dudil dibin û got: “Hinek zîhniyetên îdarî hê di pergala hevserokatiyê de hevseng nebûne. Li hemberî vê peymana civakî ya Rêveberiya Xweser û pergala edaletê, mafê jinan û rola wan bi awayek vekirî diparêze. Yek jî bingehê herî girîng yê Rêveberiya Xweser a Demokratîk azadiya jinê ye.”
‘Hevserokatî, mînaka şênber a îdeolojiya netewa demokratîk e’
Ceylan Hemî bal kişand ser pergala hevserokatiyê ya di saziyên Rêveberiya Xweser de tê pêkanîn û ev yek mînaka şênber a neteweya demokratîke û got: “Hê pêwîstî bi zagonek taybet ku tundiya ser jinê digre dest heye. Zagonek bi eşkere awayên tundiyê yên fîzîkî, derûnî, aborî û yan jî hemû cûrên tundiya dijîtal nas dike û kiryaran bi ceza dike hebe. Sererastkirinek wiha, ne wek lihevnekirina di nava malê de ku tundiyê bi awayek dostane çareser bike, weke binpêkirina vekirî ya tuzîka edaletê civakê bê nirxandin. Ev cûreyên çarçoveya zagonê, ne tenê jinê piştî tundiyê bi parêze, di heman demê de qadek ku tundiyê di destpêkê de pêşî lê bigre ava bike.”
‘Rizgarî destpêkê di hindurê mede destpê dike’
Ceylan Hemî, da zanîn ku azadiya rast tenê bi metnan nayê pêkanîn û got: “Azadî, zagon dema ji bo jinan bû amûrek a parastina rast û dema mekanîzmayên pêkanînên di jiyana rojane de bi awayek bandor bê pêkanîna wate qezenc dike. Wê demê rizgarî di jinan de destpê dike, dema ji tirsa ku bi hezaran salane ji aliyê zîhnyeta otîrîter ve hatiye ferzkirin bê paqijkirin, bawerbikin ku wê li hemberî bê edaletiyê li ber xwe bidin, bikarin dengê xwe bi parêzin û bi awayek aktîv beşdarî civakê bibin, dê guherîna rast gengaz bibe.”
‘Divê em ji kotaya siyasî derbasî kotaya bi bandor bibin’
Ceylan Hemî amaje bi wê yekê kir ku avakirina çanda rêzdariya jinan pêvajoyek demdirêje û di rewşa heyî de tenê kotayên nûnertiya siyasî êdî têrê nake û got: “Êdî divê em ji kotaya siyasî derbasî kotaya bi bandor bibin. Bi vî awayî jîn wê ji fîgurê sembolîk derbikeve, bibin aktorên bi bandor û rast ya pêvajoyên biryargirtinê.”
‘Jin edaletê ji nûve pênase dikin’
Ceylan Hemî di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di nava saziyan de reşkirina jinan, kampanyayên sembolîk ên dûrxistinê, amûrek a astengkirina jinan di pêvajoyên biryargirtina siyasî ye. Ceribandina hevserokatiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îsbat kir ku ev tenê ne formalîteyek e, projeyek a berxwedanê ya çandî û siyasiye ku rêveberiyê ji nûve pênase dike û êdî lîdertî ne yek alî ye. Serkeftina vê modelê gavek dîrokî ye, ji ber hevserokatî, sembola hilweşîna awayê hegomonyaya herî kevin a dîrokê ye. Jin di siyasetê de ne tenê kes, wek bîra nifşan beşdar dibe. Bi vî awayî hebûna wan şeklek nû dide nîqaş û polîtîkayan, edaleta civakî ji nû ve pênase dikin. Saziyên ku ji bilindbûna jinan di tirsin, di bingeh de ji guherînî ditirsin. Ji ber jin bi xwezayî çareseriyên ku zîhneyeta kontrolker û dûrxistinê dişkîne hildiberîne.”
‘Ji derveyî destkeftiyên zagonî, hişmendî jî girîng e’
Ceylan Hemî destnîşan kir ku qonaxa piştî vê, pêwîstî bi hişmandiyek civakî a berfireh heye û got: “Ji ber zagon çiqas bi hêz bin, jin di mekanîzmayên biryargirtinê û di mijara bi awayek wekhev û çalak cih bigre de hişmendiya civakê nebe, wê têrker nebe. Avakirina civakek demokratîk, bi beşdariya jinan a pêvajoyên biryargirtinê ku îradeya civakê diteyisîne re gengaz e.”
‘Şoreşa jinên şoreşa mirovatiyê ye’
Ceylan Hemî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê her jin diwê ferq debe ku hebûna wan a di qada siyasî de wek tiştek ji wan re hatiye dayîn nebînin, wek mafek ku bi îradeya xwe bi dest xistine bibînin. Her jin bila bizane dengê wê hêze, gavên wê bi bandore û hebûna wê di mekanîzmayê biryargirtinê de ne tenê beşdarî ye, berxwedanek, avabûnek û çalakiyek ya azadbûnê ye. Jin hevkarên tam ên nivîsandina pêşerojê ne. Şoreşa jinê şoreşek a mirovahiyê ye ku hişmendî, hêz û têkiliyan ji nû ve şekil bidin û ji bo hemû kesan civakeke azad û demokratîk ava bike ye.”