Hevseroka TEV-DEM’ê: Bi yekgirtina pêkhateyan destkeftiyên şoreşê tên parastin

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Remziye Mihemed da zanîn ku pêkhateyên herêma Rojavayê Kurdistanê bi xurtkirina jiyana hevbeş û xwişk û biratiya gelan destkeftiyên Şoreşa Rojava diparêzin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Tevî zêdebûna gotinên reşkirin û hewldanên  parçebûnê yên di nav netewan de jî, civakên cihêreng ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn jî nîşan didin ku jiyana hevbeş ji her cûre teşwîqkirinê xurttir e. Kurd, Ereb û Suryanî jiyana xwe bi hevgirtineke rastîn dijîn, cihêrengiya xwe vediguherînin çavkaniyek hêzê û ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û parastina aramiya herêma xwe bi yekîtîya xwe ve girêdayî ne.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Remziye Mihemed ji ajansa me re da zanîn ku pêkhateyên herêmê bi xurtkirina jiyana hevbeş û xwişk û biratiya gelan destkeftiyên şehîdan û şoreşa Rojava diparêzin.

‘Gavên hatin avêtin ji bo parastina hebûna pêkhateyên herêmê ne’

Remziye Mihemed diyar kir ku ji sala 2011’an ve gavên ku hatin avêtin ji bo parastina hemû pêkhateyan bûne û bi gelê Kurd bi taybetî hebûna xwe da îsbatkirin. Remziye Mihemed wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji destpêka sala 2011’an heya niha gavên ku hatin avêtin ji bo ku gelê herêmê bi îradeya xwe bijîn û ji bo ku hebûna her netewek ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û gelek pêkhateyên ku li Sûriyê dijîn bên parastin bûn. Ji bo vê yekê, gelek hewildan çêbûn. Bi taybetî ji aliyê gelê Kurd ku me bi tecrubeya xwe îradeya xwe îsbat kir û herêmên xwe yên di Rojavayê Kurdistanê de parast, sîstemek ku Rêveberiya Xeser tê de hat avakirin ku di vê sîstemê de her pêkhate û netewek karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe û bi hevbeşkirinekê ku karibin hevdû temam bikin.”

‘Bi jiyana hevbeş çanda pêkhateyên herêmê hat parastin’

Rêmziya Mihemed bal kişand ser jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de û wiha berdewam kir: “Bi vê projeya Netewa Demokratîk û jiyana hevbeş yên gelê herêmê, çanda her pêkhateyekî hat parastin. Di dema Rejîma Baasê de çandên pêkhateyên di herêmê de nas nedikirin. Lê dema ku şoreşa Rojava destpê kir û di sîstema Rêveberiya Xweser de her kesî karîbû xwe bi rê ve bibe, çanda xwe bide naskirin û her wiha çanda pêkhateyên herêma xwe nas bike, ev yek hevbeşiya jiyanê da diyarkirin. Li kêleka wê jî hevbeşiya kar jî hate diyarkirin. Bi vê hevbeşiyê pirsgrêkên civakê jî hatin çareserkirin. Bi taybetî hevbeşiya berpirsyariya di navbera rêveberiyên Kurd, Ereb û Suryan de jî diyar dibe. Her wiha berpirsyariya jin û mêr di kar de di asta desteyan de be ku herdû alî ji bi hev re biryar û berpirsiyariya biryarê bi hev re bidin. Bi van hevbeşiyan ev proje derketibû pêş.”

‘Jinan di sîstema hevserokatiyê de roleke girîng lîst’

Remziye Mihemed da zanîn ku di sîstema Rêveberiya Xweser de jinan di şoreşê û sîstema hevserokatiyê de roleke girîng lîstine û pêşengtî kirine wiha domand: “Rejîma Baasê gelê herêmê bi pêkhateyên wê nedida naskirin, mafên wan ne dida wan. Tenê di Sûriyeyê de pêkhateyên Ereb dihatin naskirin û mafên jinan nedihat naskirin û qebûlkirin. Lê dema ku civaka herêma Rojavayê Kurdistanê hat cem hev, sîstema Rêveberiya Xweser hat naskirin ku tê de jî mafên jin, ciwan û pêkhateyan hat parastin da ku jiyaneke xweş bi hev re derbas dikin. Her kesî di vê sîstemê de berpirsyariya herêma xwe rakir. Me dît ku di dema şerê li dijî DAÎŞ’ê de civaka herêmê bi giştî bi hev re parastina xwe kirin. Ev projeya me ya ku pêk hat û me bi hev re jiyan kir, me bi hev re xebatên civakî, siyasî, lişkerî û doplomasî jî bi hev re parve kir ku her kes rola xwe tê de bileyîze. Jinan heta asteke mezin cihê xwe di nav şoreşê de girt. Çawa ku YPJ’ê di parastinê de cih girt, her wiha di nav sîstema hevserokatiyê de jî cih girt û di nav tevahî biryarên ku tên stendin de roleke mezin a jinan heye.”  

‘Em bi yek destî destkeftiyên şoreşa xwe diparêzin’

Remziye Mihemed da zanîn ku tevî refleksên li dijî biratiya gelan derdikevin jî, pêkhateyên herêma Rojavayê Kurdistanê bi xwişk û biratiya gelan destkeftiyên şoreşa Rojava diparêzin û wiha bi dawî kir: “Em dibînin reflêksên ku niha derdikevin, ji bo ku mafên jinan di qadên jiyanê de di warê siyasî, doplomasî, zagonî û perwerdeyê de rola wê nayê dîtin derdikevin. Lê têkoşînek taybet a jinê heye û berxwedaniyek hatiye kirin. Ev berxwedanî û têkoşîn jî hîn berdewam bike. Bi taybetî têkoşîna me jinan wê her berdewam be. Ji bo wê bi her kesî bidin naskirin ku û qebûlkirin ku pêşengtiya şoreşa Rojava bi pêşengtiya jina bû xwişk û biratiya gelan, parastina xaka welatan bi vê tê naskirin û parastin. Em rastî êrîş û şerekî mezin hatin. Her wiha şervanên ku parastina xaka xwe dikirin, rastî xiyanetek mezin hatin. Komployên ku nakokî di nav pêkhateyên herêman de çêkin û şerekî birakujiyê di nav wan de derkeve meşandin. Lê dîsa jî pêkhateyên ku niha li herêma Rojavayê Kurdistanê dijîn, naxwazin şer bikin, her tim ji bo aramiyê bangewazî dikin û bi yek destî parastina destkeftiyên şoreşa xwe dikin.”