Hevseroka PYD’ê: Divê maf di destûrê de bên mîsogerkirin

Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif li hember daxuyaniya serokê rêveberiya demkî Ahmed El Şara (Colanî) ya ku duh bişev dabû, nerazîbûn nîşan da û got ku “Em dixwazin di destûrê de mafên me bên mîsogerkirin.”

Navenda Nûçeyan-Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif ji ajansa me re axivî û rewşa dawî ya Sûriyeyê nirxand. Perwîn Yûsif balkişand ser dema ku daxuyaniya Colanî ya HTŞ'yî hatiye dayîn û wiha got: “Ev daxuyanî, di demeke ku ji aliyek de li ser herêmên me şerek giran tê kirin, li ser hêzên me êrîş tê kirin, komkujiyek mezin li Şêx Meqsûdê çêbûye de hatiye dayîn. Niha çarenûsa bi sedan gelê me ne xuya ye. Rewşa gelê Şêx Meqsûdê ku niha di hundir de ye, dê çawa be? Birîndarên me hene, rewşa wan dê çawa be? Rewşa vegera li Efrînê dê çawa be?”

‘Tenê li ser kêmaniyan daxuyaniyan dide’

Perwîn Yûsif destnîşan kir ku Colanî qet ne rê daye nîqaşê ne jî nîqaş kiriye û wiha domand: “Ji roja ku bûye desthilatê Şamê heta niha, roj bi roj îspat dike ku tu projeyek niştimanî bi giştî di destê wî de tuneye. Tenê li ser kêmaniyan daxuyaniyan dide. Çawa ku êrîşên li ser sahrayê dihat kirin û bi hêza koalîsyona navdewletî derbas bû û hat Peymana 10’ê Adarê, em jî dizanin ku heta niha tu xalek pêk neanîne.”

‘Em xwedî têkoşînek mezin in’

Perwîn Yûsif da zanîn ku jixwe piştî peymanê, Colanî destûrê îlan kiriye û gavên yek alî avêtiye. Perwîn Yûsif got ku “Heta îro jî dîsa gavên yek alî davêjin. Ji bo mafên gelê Kurd, ji bo hebûna gelê Kurd, dîsa bi yek aliyê mêjiyê xwe difikire, dibê qey ewê minetek li me bike û ev maf dabe me. Em xwedî têkoşînek mezin in xwedî şoreşek mezin in.” Perwîn Yûsif di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku gelê Kurd gelekî resen e li ser vê axê, xwedî dîrokek e û wiha pê de çû: “Mafên me yên siyasî hene, mafên me yên civakî, aborî hene. Mafê me yê ku em di welatek azad de bi hev re bijîn, em bi hev re vê çarenûsê deynin. Ne tenê Serokek her tiştî kiriye destê xwe û wê mafan bide me yan nede me. Ewê heta kîngê û heta kîjan astê maf bide me an nede me? Ji bo vê jî, ev mersûma (nivîsa fermî) ku derxistiye, mersûmek di rewşeke şer de ye.”

‘Em dixwazin di destûrê de mafên me bên mîsogerkirin’

Perwîn Yûsif ragihand ku çav li rê bû ku Colanî bi zexta navnetewî vî şerî bisekinîne, careke din merhaleyên hevdîtinan destpê bike. Perwîn destnîşan kir ku ji bo mafên gelê Kurd şandeke Kurd heye, nûnerê Kurdan heye, yê ku êşa Kurdan dizane, yê ku di nav Kurdan de ye û wiha got: “Divê ev şanda Kurdî bi hikûmetê re nîqaşan bimeşîne û bi hev re bighên asteke. Ne bi tena serê xwe wan biryaran derxe.” Pervîn Yûsif diyar kir ku gelê Kurd niştecihên resen ên vê axê ne û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Em ne koçber in ku em hatibin vir. Miletê me yê li Avrûpayê jî xwedî mafên çandî ye, lê ne destûrî ye. Em dixwazin di destûrê de mafên me bên mîsogerkirin. Destûra giştî ya vî welatî heye. Welatekî ku resmê vî welatî were xuyakirin, welatekî demokratîk e, welatek nenavendî ye. Şirîkatiya rasterast divê hebe. Em hemwaletiyên vê axê ne.”