Hevseroka OHD’a Wanê: Helwesta darazê şîdeta polîsan zêde dike
Hevseroka OHD’a Wanê li ser dîmenên şîdeta polîsan ku di dema çalakiyên ji bo Rojava, li gelek bajaran hatin dîtin nirxandin kir û got: “Ji ber ku daraz îmtiyazê nîşan dide şîdeta polîsan zêde dibe û didome.”
Wan- Di ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê de hindik ma salek derbas bibe. Di vê salê de gelek pêşketin çêbûn, di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de komîsyona ku li meclîsê hat avakirin jî xebatên xwe ber bi dawiyê ve anî lê di demên dawî de bi taybetî di serî de bajarên Kurdistanê, li gelek bajarên welat, dîmenên şîdeta polîsan ketin rojevê.
Pêşketinên li Sûriyeyê çêbûn û li dijî êrîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê gel li Kurdistanê derket kolanan lê rastî şîdeta polîsan hat.
Li gorî rapora Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) herî kêm 842 kes hatin binçavkirin û herî kêm 25 ji wan zarok 118 kes hatin girtin, 106 kes jî di dema binçavkirinê de hatin derbkirin û muameleya xirab li wan hat kirin.
‘Çalakiyên aştiyane hatin hedefgirtin’
Hevseroka Şaxa OHD’a Wanê Hatîce Bagci, bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, got ku divê vê pêvajoyê de çalakiyên aştiyane hatine hedefgirtin û çalakger rastî mudaxeleya tund hatine.
Hatîce Bagci diyar kir ku êrîşên di meha Çileyê de li ser Rojava çêbûn, bûn sedema hêrs û berteka gel û wiha domand: “Li çar perçeyên Kurdistanê, di serî de Kurdên ku li diasporayê dijîn û gelek aliyan bi rêbazên aştiyane derketin kolanan û bertek nîşanî êrîşên li ser Rojava dan. Bi mafê xwe yê civîn û meşê xwestin êrîş werin rawestandin, raya giştî ya cîhanê bikeve tevgerê û ji bo ku êrîşên li ser destkeftiyên Kurdên Rojava werin teşhîrkirin, li gelek cihan çalakiyan li dar xistin.”
‘Azadiya îfadeyê hat astengkirin’
Hatîce Bagci diyar kir ku mafê gel ê “civîn û xwepêşandanê” hatiye astengkirin û wiha domand: “Bi van mudaxeleyan meş, xwepêşandan û azadiya îfadeyê hat astengkirin. Di dema mudaxeleyan de gelek kes bi kêfî hatin binçavkirin û girtin. Îşkenceya li dijî kesên rastî mudaxeleyan hatin û bi muameleya xirab re gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Di dema sewqkirina edliye, nexweşxane û emniyetê de gelek kes rastî muameleya xirab hatin.”
Hatîce Bagci ji çend dosyayên binçavkirinê yên ku şopandine mînak dan û bal kişand ku bi binpêkirina mafên bingehîn û azadiyê, qedexeya îşkence û muameleya xirab xirab hatiye binpêkirin.
‘Tirkiye bi şîdet li dijî mafên Kurdan derdikeve’
Hatîce Bagci bal kişand ku mudaxeleya polîsan bi awayekî bê pîvan bûye û got: “Ji ber ku gel li dijî erîşên li ser Rojava derket kolanan, Tirkiyeyê ewqas bi şîdet bersiv da. Li Tirkiyeyê di demên dawî de li dijî kesên ku dixwazin mafê xwe yê xwepêşandan, azadiya ramanê bi kar bînin erîş û binpêkirin çêbûn.”
‘Li dijî xebatkarên çapemeniyê û parêzeran êrîşên mezin çêbûn’
Hatîce Bagci, bal kişand ku tevî pêvajoya heyî, li Tirkiyeyê ji aliyê polîsan ve mudaxeleyên bi şîdet çêbûne ev yek jî li dijî gelê Kurd û meseleya Kurd e û wiha berdewam kir: “Li dijî kedkarên çapemeniyê yên çalakiyan dişopandin erîşên mezin çêbûn, rastî şîdet û îşkenceyê hatin, gelek ji wan hatin binçavkirin û girtin. Gelek parêzerên ku endamên me jî di navbera wan de bûn rastî şîdetê hatin û hatin binçavkirin.”
‘Sûcên polîsan bê ceza dimînin’
Hatîce Bagci bi gotinên; “Di tu mewzûata neteweyî û navneteweyî de mafê polîsan tune ye ku ji derveyî rayeya xwe li dijî kesên dixwazin mafên xwe biparêzin û ji bo azadiya xwe têbikoşin êrîş bikin” bal kişand ku der barê hêzên ewlekariyê yên van sûcan kirine de divê lêpirsîn were vekirin.
Hatîce Bagci, wiha got: “Lê li Tirkiyeyê çawa ku li dijî hêzên ewlekariyê yên ku sînorê rayeya xwe derbas kirine û êrîş kirine tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û doz nehatiye vekirin. Doz were vekirin jî gelek caran bi neşopandin û biryarên beraetê bi encamp dibin, sûcên ku dikin bê ceza dimînin.”
Rola darazê di şîdeta polîsan de zêde ye
Diyar Koç, di dema êrîşên li ser Rojava de li Nisêbînê roja 20’ê Çileyê di çalakiyên xwepaşandanê de li sînorê Qamişloyê rastî îşkenceyê hat. Îşkenceya polîsan di çapemeniyê de jî derket.
Hatîce Bagci, tiştên ku Diyar Koç jiyane bi bîr xist û got: “Bi qasî ku bikeve komayê rastî îşkenceyê hat, ev yek jî nîşan dide ku ji sînorê rayeya pir derbas bûne.”
Hatîce Bagci bal kişand ser rola darazê ya di di bûyerên şîdet û îşkenceya polîsan de û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku daraz îmtiyaz nîşan dide, di bûyeran de polîs şîdeta xwe zêde dikin. Em di serdmea pêşketina teknolojiyê de ne û gelek dîmenên ku çapemeniyê û gelek kesên ku ji wê derê derbas bûne qeyd kirine hene. Van dîmenan delîl in. Tevî ku di dosyayan de gelek qeydên di wan çalakiyan de hene jî lêpirsîneke bi bandor nayê meşandin. Ji ber vê yekê asta şîdetê her diçe zêde dibe û didome.”