‘12’ êAdarê bingeha Şoreşa Rojava ye’
Hevseroka Meclîsa bajarê Til Temirê Gulîxan Tahir tekez kir ku fitne û tevliheviya ku tê xwestin di vê pêvajoyê de bê derxistin, berdewama lîstika siyasî ya xeternak a 12’ê Adara 2004’an e û got: “Serhildana 12’ê Adarê bingeha Şoreşa Rojava ye.”
RONÎDA HECÎ
Hesekê – Di 12’ê Adara 2004’an de li stadyûma Qamişloyê tîma Dêrezorê bi tîma Cîhad re fûtbolê dilîst, alozî derket û ew roj serhildan dest pê kir. Ji ber vê yekê ev serhildan, bi navê ‘Serhildana 12’ê Adarê’ tê binavkirin. Gelê Kurd li hemberî zordariyê rabû, lê rastî komkujî û girtinên berfireh hatin.
Di salvegera serhildan û komkujiyê de Hevseroka Meclîsa bajarê Til Temirê Gulîxan Tahir ji ajansa me re têkildarî vê mijarê axivî.
‘Li Rojava dema Kurdan serî hilda, rastî qetilkirin û zordariyek dijwar hatin’
Gulîxan diyar kir ku Sûriye, bi civakên cihêreng ên wek Kurd, Ereb, Suryan, Ermen ku bi hezaran salan bi hev re dijîn, dewlemend e, lê belê pir baş dizanin ku gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê rastî komkujî û kuştinan tê. Gulîxan bi bîr xist ku li Rojava dema ku gelê Kurd rabû ser piyan, rastî jenosîd û komkujiyan hat û axaftina xwe wiha domand: “Di vî warî de, em serhildana 12’ê Adara 2004’an tînin bîra xwe. Serhildana 12’ê Adarê ne bûyerek tenê demkî bû, her wiha şewqek bû ku kûrahiya zordestiya siyasî û bêparhiştina ku li ser Kurdan hatiye kişandin eşkere kir û pêwîstiya avakirina Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî xurt kir. Daxwazên Kurdan di 12’ê Adarê de tenê nîşanek daxwaza her Sûriyeyiyek azad ji bo welatekî ku her kesî bê cudahî û tirs hembêz bike bû.”
‘Nakokî û tevlihevî ji kêmbûna zanebûn û hişmendiyê tên’
Gulîxan da zanîn ku projeya Netewa Demokratîk gelan ji nakokî û tevliheviyan xelas kiriye û wiha got: “Lîstika footbolê ji bo çêkirina nakokiyan a di navbera Kurd û Ereban de hatibû plankirin û ji aliyê rejîma Baasê ve hatibû amadekirin. Gelê Kurd ji bo pêşîgirtina li vê pevçûna ku ji kêmbûna têgihîştin û hişmendiya çandî ya di nav gel de çêdibe, hewlên mezin dide. Ji ber vê yekê, bi rêya têgeha neteweya demokratîk, hewl didin ku planên serhildan û qirkirinê têk bibin.”
‘Ji ber planên nakokiyê neçû serî Kurdan kirin krîzek aborî ya giran’
Gulîxan balkişand ser planên qirêj ên Rêjîma Baasê û wiha pê de çû: “Dema ku bûyerên 12’ê Adarê hat rawestandin, rejîma Baasê polîtîkayên xwe yên li dijî gelê Kurd domand. Kurdan kirin nav krîzeke aborî ya giran û gelek Kurd neçar kirin ku ji bo debara jiyana xwe koçî Şamê û herêmên din bikin. Ji bo debara malbatên xwe, di kargehên dewletê yên Baasê de dixebitin. Dema ku Şoreşa Rojava dest pê kir, gelê Kurd vegeriya herêmên xwe û li ber xwe da. Wan dizanibû ku ew ê bi qirkirinê re rû bi rû bimînin, ji ber vê yekê ew vegeriyan malên xwe da ku têkoşîna Kurd bidomînin û soza xwe ya ji şehîdên 2004’an re, bicîh bînin.”
‘Têkoşîna Kurdan mînaka ji hêz û biryardariyê ye’
Gulîxan destnîşan kir ku di vê şoreşê de, rêveberiya xweser li ser bingeha projeya Netewa Demokratîk hatiye damezrandin, bi armanca parastina mafên hemû pêkhateyên hatiye birêxistinkirin. Gulîxan Tahir got ku “14 salan, gel di bin vê rêveberiyê de mil bi mil jiya û piştgirî da hev heta ku karîn rejîma Baasê hilweşînin. Ev 14 sal ji têkoşînê hêjayî tomarkirinê di dîrokê de ye. Lê belê, ev rêveberî rastî gelek êrîşan hat, ji ber ku ew mînakek ji bo yekgirtina pêkhateyên herêmê bû. Van pêkhateyan ji bo parastina vê rêveberiyê, ji bo jiyana hevbeş şer kirin û li ber xwe dan.”
‘Dixwazin bûyera 12’Adarê zindî bikin’
Gulîxan da zanîn ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, komkujî û binpêkirinên li dijî gelê Kurd nesekinîne û wiha got: “Di vê qonaxê de li Sûriyeyê, dîsa hewl dan bûyerên 12’ê Adarê ji nû ve zindî bikin, careke din hewl dan ku di navbera gelên Kurd û Ereb de nakokiyan çêkin. Lê belê, yekîtiya Kurdan û prensîba neteweya demokratîk ku gel ev 14 sal in pê dijîn, ev hewldan careke din têk bir.”
‘Pêwîst e agirê dilê dayîkên Kurd were vemrandin’
Gulîxan behsa siyasetên HTŞ’ê yên berdana girtiyan ku agir di dilê dayîkan de pêxistiye kir û got ku divê ev agir were vemirandin da ku dayîk çarenûsa zarokên xwe bizanibin. Gulîxan wiha dewam kir: “Em ji bo şehadeta kurên xwe li Dêra Zor, Reqa û Dêra Haferê xemgîn nabin, ji ber ku şehîdên me ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê çûne wir. Ev prensîba wan bû û em bi biryar in ku li ser şopa wan bimeşin. Hemû gelên Sûriyeyê êş û azar kişandine û komkujî dîtine, lê gelê Kurd hîn bêtir êş kişandiye. Heta niha jî, di destê HTŞ’a cîhadîst de girtiyên Kurdan hene.”
Gulîxan di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku berxwedan û têkoşîna ku heta niha berdewam kiriye, dê vala neçe û got ku “Divê mafên gelê Kurd di destûrê de werin bicîhkirin, ji ber ku ew gelek xwedî têkoşînek dirêj e.”