Hevseroka DBP’ê ya Amedê: Bêdengî dê bibe sedema komkujiyan

Hevseroka DBP’ê ya bajare Amedê Rûçem Vefa Elyakut, bal kişand ku êrîş û komkujiyên li Helebê li dijî jin û zarokan tirsa ji rêxistinbûyîna jinan nîşan dide û got ku bêdengî dê rê li ber komkujiyên nû veke, banga piştgiriya ji bo Rojava kir.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) yên li ser taxên Kurdan ên Helebê Şêx Meqsûd ve Eşrefiyê bûn sedema komkujiyan. Êrîşên ku di navbera 6-11’ê Çileyê de li ser Şêx Meqsûd ve Eşrefiyê rastî bersiva Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat û otobusên ku Şamê ji bo tehliyekirina mirovên li taxê şandibûn vala vegeriyan.

Di agirbesta ku piştî êrîşan çêbû de, cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dabûn û birîndaran bi awayê konvoyê ji herêmê hatin derxistin. Birîndarên di konvoyên ku gihîştin Hêrêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin Rêveberiya Xweser de, sewqî nexweşxaneyan hatin kirin. Êrîşên çeteyan bi Helebê sînor neman, du roj in çete bi çekên giran navenda Dêr Hafirê bombe dikin. Di encama êrîşan de xisara madî çêbû. QSD’ê diyar kir ku wan bersiv dane êrîşên HTŞ’ê yên li ser Dêr Hafirê.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk a bajarê Amedê (DBP) Rûçem Vefa Elyakut bi gotinên; “Ji bo Kurdan xala werçerxê” bal kişand ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî êrîşan.

Rûçem Vefa Elyakut diyar kir ku Kurd li Rojhilata Navîn hêzeke girîng in, ji ber vê yekê li her herêma lê dijîn dibin hedef.

‘Rêxistinên jin tên hedefgirtin’

Rûçem Vefa Elyakut got ku divê li dijî komkujiyên li Helebê tên kirin bertek mezin werin nîşandan û wiha domand: “Ev pêvajo ji bo Kurdan êdî xala werçerxê ye, bertekên ku werin nîşandan pir girîng in. Armanc bi êrîşan ew e ku bi taybetî li Rojava, rêxistinbûna jinan were belavkirin. Şoreşa jinan a Rojava, ji jinên cîhanê re bû îlham û bi serhildana “Jin Jiyan Azadî” li hemû cîhanê belav bû.

‘Ji jinan ditirsin’

Rûçem Vefa Elyakut, diyar kir ku DAIŞ’ê bi guherandina navê xwe ji nû ve dest bi êrîşan kiriye û wiha got: “Em dibînin DAIŞ, bi navê xwe yê niha HTŞ çendî ji rêxistinbûna jinan ditirse. Bi kuştina jinan hewl didin hebûna xwe bidomînin. Avêtina ji cihekî bilind cenazeyê jineke ku taxê diparêze, nîşaneya vê tirsê ye.”

‘Divê Tirkiye berpirsyariya xwe bi cih bîne’

Rûçem Vefa Elyakut bal kişand ku di Kanûna 2025’an de li dijî DAIŞ’ê li 15 bajaran, li ser 108 navnîşanan hemwext operasyonên hatine lidarxistin û di pevçûnan de 3 polîs hatine û bal kişand ser xeterên heyî. Her wiha da zanîn ku vê rêxistinê li nava welat û li derveyî welat komkujiyên mezin kirine û wiha domand: “Agahiyên ku dibêjin endamên DAIŞ’e bi malbatên xwe re welatîbûna komara Tirkiyeyê kirine hene. Ev yek fikaran mezintir dikin. Gelo bi dayîna welatîbûnê ji bo DAIŞ’yan, piştî çend salan berdana wan ji girtîgehê ji vê hovîtiyê re hevkariyê dikin. Diviyabû Tirkiyeyê berpirsyariya xwe bi cih bianiya û li dijî komkujiyên li ser gelê ku cîranê wê ye derketa.”

‘Qey zilm dema li dijî Kurdan were kirin zilm nîn e?’

Rûçem Vefa Elyakut îfade kir ku pêvajoya Civaka Demokratîk, perspektîfeke ku ji gelên Rojhilata Navîn re aştiyê bîne pêşkêş dike û wiha domand: “Pêvajoyek heye, ji bo ku bigihîje serî, divê gelê Kurd û Tirk bi hev re berpirsyariyê bigrin. Wekî ku Sirri Sureyya Onder digot: ‘Kurd bi şeytan re jî şer bikin, kesên ku şeytan ji xwe re pût bibin hene.’ Ev bêdengî dê bibe sedema komkujiyên din. Bertek gelek kêm in, li wê derê jin û zarok tên kuştin. Divê hemû jinên li Tirkiyeyê dijîn bi fikar bin. Ev gef tenê li dijî Kurdan nîn e, sibe dibe ku li bajarên Tirkiyeyê jî bûyerên wiha biqewimin. Li ber çavên me Kurd tên kuştin em bêdeng dimînin? Qey zilm dema li Kurdan were kirin nabe zilm? Çima em cudahiyê dixin navberê. Bêdengiya Tirkiyeyê li dijî êrîşan dijberî xwişkîtî û biratiya ku tê xwestin were avakirin e.”

Rûçem Vefa Elyakut bang li hemû gelên Tirkiyeyê kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê mirov nasnameya mirovan bide aliyekî û li dijî ve zilm û komkujiyan dengê xwe derbixe. Bi paradîgmaya civaka demokratîk a ku birêz Ocalan daye peşiya me divê gavên li gorî vê pêvajoyê yên ku piştgiriyê bidin werin avêtin.”