Hevşaredara Dersîmê: Mîhrîcana me vegera xwebûnê îfade dike

22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê sibê dest pê dike. Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji bo mîhrîcana ku weke "vegera xwebûna xwe" tê pênasekirin bal kişand ku mîhrîcan gel, bawerî, jin û gelek beşên civakê tîne cem hev.

MEDÎNE MAMEDOĞLU

Dersîm – Li Dersîmê di navbera dîroka 25-28’ê Tirmehê 22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê bi dirûşmeya“Me nahêlin xweza û îradeya me were xespkirin” ku were lidarxistin sibê destpêdike. Di amadekariya bernameya mîhrîcanê de ku nêzî 40 sazî cih girt; konser, panel û gelek çalakî dê were lidarxistin. Gelek mijarên wekî bawerî, zimanê dayikê, pirsgirêkên jinan, siyaseta demokratîk, jineolojî dê bibin mijara panel û semîneran. Jin wê di roja 2’an a mîhrîcanê de ku ji aliyê gelê bajêr ve weke "vegera xwebûna xwe" tê binavkirin meşekê li dar bixin. Tevî jinan wê li dijî qeyûmê jî meşa 'Ez îradeya xwe diparêzim' bê lidarxistin. Amadekariyên mîhrîcana ku dê gelek siyasetmedar, hunermend, helbestvan, nivîskar û nûnerên baweriyê beşdar bibin bi dawî bûn.

‘Ev mîhrîcan ji bo me vegera xwebûna xwe ye’

Hevşaredara Dersîmê Bîrsen Orhan a ku der barê mîhrîcanê de me pê re hevdîtin kir diyar kir ku ev mîhrîcan hem li dijî asîmîlasyonê hem jî li dijî şerê taybet bi bernameyên xwe balê dikşîne. Bîrsen Orhan da zanîn ku wan bi dînamîkên herêmî yên bajêr re bername amade kirine ku jin, ciwan, zarok û her kes wê çalakiya xwe tê de bibînin û bang li hemû gel kir ku beşdarî bernameya mîhrîcanê bibin.

Bîrsen Orhan der barê mîhrîcanê de ev tişt anî ser ziman: “Mîhrîcan car caran bi hinek mûdexaleyan di bin navê turîzm de ji ber ji armanca xwe hat derxistin. Komîteya amadekar her çiqas li dijî polîtîkayên qirêj û asîmîlasyonê lêkolînek kiribe jî, car caran rastî van pirsgirêkan hat. Bi Şaredariya Dêrsimê re me bernameya mîhrîcanê amade kir ku ji aliyê nêzî 40 saziyan ve hat lidarxistin. Li vir armanca sereke ev e; Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê li gorî wateya wê bê lidarxistin. Pirsgirêk û xema me hemûyan ev bû. Dersîm yek ji herêmên ku polîtîkayên şerê taybet lê zêde tê hîskirin e. Bi taybetî, hişbir û pêkanînên bi vî rengî xwe bi êrîşên cihêreng ên li ser dînamîkên bajêr nîşan didin."

'Em ê ji qayûm û asîmîlasyonê re bêjin raweste'

Bîrsen Orhan diyar kir ku ji bo pêşî li van polîtîkayên asîmîlasyonê bigrin û hem bawerî û hem jî ziman zindî bihêlin wan bernameyek mîhrîcanê amade kirine û wiha got: “Me bi felsefeya vegera xwebûnê xwe bernameyek çêkir. Di bernama 4 rojan de em ê gelek panel û meş lidarbixin. Em ê bertekên xwe yên li dijî qeyûman bi taybet bi meşa 'Dest nedayne îradeyê’ bînin ziman. Em ê di mîhrîcanê de jî weke her qadê nîşan bidin ku em van qeyûmên ku 3 serdem in berdevam dike, qebûl nakin. Tê xwestin ku vîna gel bê paşguhkirin, ji bo parastina vê îradeyê em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em hemû raya giştî vedixwînin vê meşê. Em ê bi platforma jinan a bajêr meş û çalakiyan li dar bixin" û destnîşan kir festîvala ku di nava xaleke hevpar de ye, xîtabî hemû beşên civakê dike.

‘Qadên hatine xwestin bi hinceta 'tamîr heye' nehatin qebûlkirin’

Bîrsen Orhan, anî ziman ku ji bo mihrîcanê car caran ji aliyê walîtiyê ve rastî astengiyan tên û got, ji bo mîhrîcana ku çend roj berê li bajêr hat lidarxistin hemû saziyên fermî hatin bikaranîn, lê gelek serlêdanên wan ên ji bo mîhrîcana motosîlet hatin redkirin. Bîrsen Orhan, diyar kir ku daxwazên bikaranîna Stada Ataturk û baxçeyê muzeyê yên li bajêr ji aliyê saziyan ve bi hinceta "tamîrê" hatiye redkirin û diyar kir ku yûrda xwendekaran a li bajêr jî ji bo mihrîcanê bi berdêlek diyar hatiye veqetandin. Bîrsen Orhan bertek nîşanî pêvajoyê da û got: “Kesên ku dê beşdarî vê mîhrîcanê bibin gelê vî bajarî ne. Ji bo mîhrîcana ku 22 sal in dewam dike, em gavên cudakariyê qebûl nakin. Em hemû raya giştî vedixwînin mîhrîcana çar rojan. Divê gelê me beşdarî mîhrîcanê bibe ku ji her qadê tiştekî bibîne û gotina xwe bêje. Tişta ku herî zêde pêwîstiya me pê heye hevkarî û çareserkirina pirsgirêkên xwe yên bi vî rengî ye.