Hevriyên dayika Sakîne: Bila çavên wê vekirî nemînin dê têkoşîna aştiyê bidome
Hevriyên Sakîne Arat a ku temenê xwe bi têkoşîna ji bo aştiyek bi rûmet derbas kir bi gotinên; “Dayikek bi cesaret bû” behsa wê kirin û gotin ku dê têkoşîna ji bo aştiyê bidome.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Kurdan wê li ber deriyên girtîgehan, li qadên têkoşînê nas kir. Ji bo hinekan dayik, ji bo hinekan hevrê bû. Raya giştî jî bi xîtabeta wê ya baş, bi taybetî bi hevpeyvînên bi medyaya Tirk re û bangewaziyan wê wê nas kir. Sakîne Arat hemû kêliyên jiyana xwe ji bo jiyana ku zarok nemirin, dayik bendewarên zarokên xwe nemînin bi têkoşînê derbas kir û di temenê 91 salî de li Amedê jiyana xwe ji dest da.
Sakîne Arat di şeva 12 Adarê de piştî ku nexweş ket û wê rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li ser wesiyeta xwe li Goristana Yenîkoya Amedê hat definkirin. Di serî de jin, bi hezaran kes beşdarî merasîma cenaze bûn.
Dayikên Aştiyê yên ku zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kirine û hevriyên wê behsa Sakîne Arat kirin.
Dayika Aştiyê Murvet Demîr, got ku dema kurê wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye Sakîne Arat jê re gotiye. Murvet Demîr diyar kir ku tevî êşên ku Sakîne Arat kişandibûn jî xwedî sebrek mezin bû, got ku ew pir ji vî aliyê wê bi bandor bûne, ew ê mîrasa wê ya têkoşînê heta aştiyê bidomînin.
‘Temenê xwe di riya aştiyê de derbas kir’
Murvet Demîr bi gotinên; “Dayika Sakîne pir êş kişandin, ew dayika me hemûyan bû. Me kengê wê bidîta hêzê dida me. Temenê xwe di riya aştiyê de derbas kir. Em bi hev re tevlî nobetên aştiyê bûn. Bi çûyîna wê pir xemgîn bûm min hîs kir ku dayika min nû çûye. Em her dem lê digeriyan me pirsa wê dikir, herî dawî duh li min geriya, got rewşa wê baş e. Ez nizanibûm cara dawî ye” behsa rojên bi hev re derbas kirine kir.
‘Dema ku aştî were dê ev derd kêm bibin’
Murvet Demîr got ku hesreta herî mezin a Sakîne Arat aştî bû û wiha domand: “Me pir êş kişandin di vî riyê de. Wê her dem digot ‘dema aştî çêbibe dê ev derd sivik bibin.’ Herî dawî em pê re çûbûn goristaneke şehîdan. Got ‘dema aştî çêbibe, ez ê careke din werin vê derê, êşa min a 30 salan hê didome.” Em ji bo wê çi bibêjin, çiqas behsa wê bikin dê kêm bimîne.”
‘Dê keda dayikan li tewşê neçe’
Murvet Demîr soz da ku ew ê têkoşîna aşityê ya Sakîne Arat bidomînin û mezin bikin û wiha bi dawî kir: “Heta ku aştî çêbibe, em ê mîrasa wê bidomînin. Êşên ku hatine kişandin dê li tewşê neçin. Em ê xwedî li vê kedê derbikevin. Ew bi hesreta aştiyê çû, ji bo hatina aştiyê em ê bixebitin. Dayikek pir bi cesaret bû, bawerî dida mirov.”
‘Me ji têkoşîna wê cesaret digirt’
Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz jî bal kişand ser jiyana bi têkoşîn û bi êş a Sakîne Arat û got: “Hemû êşan kişand lê dîsa jî têkoşiya. Tevî ewqas êşên giran jî hêzê dida me, êşa me êşa xwe didît. Me ji têkoşîna wê cesaret digirt. Min keça xwe winda kir, 6 mehan cenazeyê wê nedan min. Dayika Sakîne, rojek hat mala min, destê xwe dirêjî destê min kir got; “Kudret, zarokên me yên şînê nîn in divê em li pey wan negirîn. Serê me bi şerefa wan bilind e. Ev şeref nabe para her kesê, cihê şehîdan xirab neke.’ Mirovek pir bi sebr û xweşik bû. Em soz didinê, bila çavên wê vekirî nemînin. Em ê têkoşîna wê bidomînin.
Sakîne Arat kî ye?
Sakîne Arat, piştî ku bavê wê di serhildana Şex Seîd de surgun bû, di sala 1934’an de li Kutahyayê hat cîhanê. Kurê wê Cemal Arat di sala 1984’an de li girtîgeha Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Du kurên wê yên din Tacettîn û Mûrad di refên PKK’ê de, kurek wî jî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Keça wê ya 17 salî Semra jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da.
2 zarokên wê dema biçûk bûn jiyana xwe ji dest dan. Sakîne Arat a ku ji dema derbeya leşkerî ya 1980’an ve heta niha têdikoşe, ji sala 1990’ ve di xebatên Komeleya Dayikên Aştiyê de cihê xwe digirt.