‘Hevpeymaniya pênc partiyên Kurdî peyamek neteweyî hildigire’
Platforma Jinên Demokratîk a Navneteweyî, hevpeymaniya ku ji hêla pênc partiyên Kurdî ve hatiye damezrandin, wekî qutbûnek girîng ji kevneşopiya navendîbûnê ya li Îranê dît.
Navenda Nûçeyan – "Platforma Jinên Demokratîk a Navnetewî" analîzek û daxuyaniyek siyasî weşand û piştgiriya xwe ji bo hevpeymaniya ku ji hêla pênc partiyên Kurdî ve hatiye avakirin nîşan da. Vê gavê wekî "pêşkeftinek dîrokî" li dijî kevneşopiya navendîbûnê ya li Îranê bi nav kir.
Daxuyaniyê balkêşand li ser avahiya pir-etnîkî ya Îranê û destnîşan kir ku ev hevpeymanî nîşan dide ka çawa hêz dikare ji jêr ve, li derveyî çarçoveyên navendî û takekesî-navendî were avakirin. Her wiha diyar kir ku rêxistina serbixwe ya netewe û hêzên siyasî li Îranê her gav bi nêzîkatiyên ewlehiyê re rû bi rû maye û nêzîkbûna dawî ya di navbera partiyên Kurdî de ji hevpeymaniyek sade ya partiyê wêdetir girîngiyê digire.
Daxuyaniya Platforma Jinên Demokratîk a Navneteweyî her wiha bal kişand ser rewşa krîza heyî ya Îranê - krîza aborî, rageşiyên herêmî, gefên leşkerî û windakirina meşrûiyeta siyasî - û hişyarî da ku di hawîrdorek ku gel ne rêxistinkirî ye, îhtîmala senaryoyên otorîter an peymanên li pişt perdê yên ku werin ferzkirin zêde bibe.
Daxuyaniya hatî dayîn bi vê awayî ye:
"Hevpeymaniya pênc partiyên Kurdî ne bûyerek asayî ya partiyê ye; ev gav derbeyek rasterast e li ser stûna dîrokî ya navendîbûnê li Îranê ye. Li erdnîgariyeke pir-etnîkî ku Kurd, Tirk, Belûç, Ereb, Lor û gelên din her yek bi bîr, ziman û çanda xwe ya dîrokî dijîn, her rêxistineke serbixwe û kolektîf her gav bi etîketeke ewlehiyê hatiye pêşwazîkirin. Girîngiya dîrokî ya vê hevpeymanê tam ji vê yekê derdikeve: ji ber ku desthilatdarî dikare ji jêr ve, bêyî destûra monarşiyê, bêyî li benda îmzeya navendê û bêyî fermanek padîşahî were şekilkirin."
Bersiva Reza Pehlewî ji bo vê hevpeymaniyê ji bilî dubarekirina mantiqeke sed salî ya navendîkirin, kontrolkirin û ewlehiyê tiştek din nîne. "Belgeya awarte" ya ku wî ji bo serdema veguhêz pêşniyar kiriye, behsa "aştî bi rêya hêzê" û hevkariya ewlehiyê bi welatên cîran re dike da ku "nearamiyê kontrol bike". Ev ziman ji bo gelê Îranê ne xerîb e; heman têgeh ji hêla Komara Îslamî ve ji bo tepeserkirina xwepêşandanan hatine bikar anîn, û heman mantiq di serdema Pehlewî de ji bo bêdengkirina dengên serbixwe û neteweyî hatiye bikar anîn. Guhertina navan bingeha projeyê naguherîne.
Li Îranê, navendîbûn her tim li gorî modelek sabît kar kiriye: divê mirov îtaet bikin, divê pirrengî di bin kontrolê de be û divê her rêxistinek serbixwe wekî gef were dîtin. Ji Loristanê bigire heya Belûcistanê, ji Xuzistanê bigire heya Azerbaycanê, peyama rejîmên navendî yêk bûye: an li gorî çarçoveya ku ji hêla navendê ve hatî destnîşankirin tevbigerin, an jî wekî pirsgirêkek ewlehiyê werin pênasekirin. Her çend Şoreşa 1979-an li dijî monarşiyê bû jî, wê heman mantiqa takekesî û navendîparêz di çarçoveyek olî de hilberand; encam xitimîna siyasî, dûrxistina neteweyan û tepeserkirina berfirehtir bû.
Di şert û mercên krîza heyî de, hevpeymaniya pênc partiyên Kurdî girîngiyeke hîn zêdetir bi dest dixe. Îran yek ji demên herî hesas ên dîroka xwe ya nûjen re derbas dibe. Gefa şer, aloziyên leşkerî, krîzên herêmî, pirsgirêkên kûr ên aborî û têkçûna rewatiya siyasî welat gihandiye xalek nazik. Di bin van şert û mercan de, xetere ne tenê berdewamiya rewşa heyî ye; xetera rastîn veguheztina desthilatdariyê ya ji jor ber bi jêr ve, destwerdana biyanî, an jî ji nû ve avakirina otorîterîzmê bi şêweyekî nû ye.
Eger gel ne rêxistinkirî be, senaryoyên ku bi derve ve girêdayî ne dikarin xwe ferz bikin
Ezmûna herêmî nîşan daye ku di nebûna rêxistina gel de, pêşeroja welatan ne bi beşdariya giştî, lê bi peymanên li pişt perdê yên li ser ewlehiyê û herêmî ve tê destnîşankirin. Ger hêzên siyasî yên serbixwe û gelên li Îranê ne rêxistinkirî bin, projeyên navendîparêz an senaryoyên ku ji derve ve girêdayî ne dikarin xwe wekî "tenê vebijarka gengaz" ferz bikin. Di vê çarçoveyê de, hevpeymaniya pênc partiyên Kurd gaveke dîrokî ya pêşîgirtinê ye; ew peyama "Em ê beriya ku biryar li ser me werin dayîn biryar bidin" dişîne.
Bertekên tund û tehdîdkar ên piştî daxuyaniya hevpeymaniyê nîşan dan ku projeya pro-monarşîyê bêtir li ser pesnê komên hundirîn û hilberîna medyayê disekine ne li ser bingehek civakî ya bingehîn. Wêneya çêkirî ya "rêberê pêşerojê" li ber rêxistineke rastîn û kolektîf hildiweşe. Desthilatdariya ku ji jêr ve nayê, bê guman serî li ewlehî û gefan dide.
Alîgirên monarşiyê xwe wekî alternatîfek ji bo Komara Îslamî pêşkêş dikin; lê gelo ferq li ku ye ger zimanê wan li ser "kontrol", "kaos" û "hêza hişk" be? Ger bersiva çalakiya siyasî ya rêxistinkirî û kolektîf soza hevkariya ewlehiyê û tepeserkirinê be, ev ne veguherînek ber bi demokrasiyê ve ye, lê ji nû ve hilberandina avahiya otorîter a berê ye.
Di vê çarçoveyê de, rola jinan û bikaranîna wan a sembolîk di projeyên otorîter de jî girîng e. Ezmûna dîrokî nîşan daye ku rejîmên navendî carinan ji bo bidestxistina rewatiyê xuyabûna jinan bikar anîne; lêbelê, mekanîzmayên biryardanê ji hêla mentiqa ewlehî-navendî ve têne monopolîzekirin. Her projeyek ku beşdariya rastîn û serbixwe ya jinan nas neke, di dawiyê de heman çerxa serdestiyê ji nû ve hilberîne.
Hevpeymaniya pênc partiyên Kurdî ne tenê nêzîkbûnek herêmî ye; ew peyamek neteweyî hildigire. Ger partiyên din, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jinan, karker, xwendekar û nûnerên neteweyên cûda jî ber bi hevpeymaniyên rastîn, horizontal û serbixwe ve biçin, îhtîmala ku pêşeroja Îranê ji hêla projeyên navendî yên takekesî an senaryoyên ferzkirî ve were revandin dikare were kêmkirin. Tenê toreke hevpeymaniyên berfireh û serbixwe dikare hem li hember şer û destwerdanê li ber xwe bide û hem jî rê li ber rejîmek nû ya otorîter bigire.
Ev hevpeymanî derfetek pêşkêş dike ji bo şikandina vê çerxê
Ezmûna dîrokî ya Îranê nîşan daye ku her çend kombûna hêza takekesî di demek kurt de dibe ku aramiya eşkere peyda bike jî, di demek dirêj de dibe sedema nearamiya civakî. Bêçalakiya siyasî, tepeserkirina çandî û tepeserkirina dengên serbixwe bedelên ku civaka Îranê dubare kiriye ne. Ev hevpeymanî derfetek pêşkêş dike ji bo şikandina vê çerxê.
Hevpeymaniya pênc partiyên Kurdî ala rêyeke nû bilind kiriye: rêyeke ku Îran ne navendeke fermandariyê ya yekane be, lê toreke îradeya azad û wekhev be. Ev gav ne gefek e li ser Îranê; ew gefek e li ser despotîzmê. Ji ber vê yekê ye ku ew bi tirs û rezîliyê tê pêşwazîkirin.
Pirsa rastî îro ne ew e ku kî dê tac bigire; ew e ku gelo Îran dê dîsa bikeve nav xefika navendîbûna takekesî. Bersiv di rêxistin û yekîtiyê de ye. Hevpeymaniya partiyên Kurdî nîşan da ku ev gengaz û pêkan e. Niha dora hêzên din ên azadîxwaz, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên neteweyên cûda ye.
Desthilat ji jêr tê; ne ji fermanên padîşahî, ne ji belgeyên awarte, û ne jî ji nostaljiya rabirdûyeke navendî. Pêşeroja Îranê tenê dê bi torên rastîn ên hevpeymanan, rêzgirtina ji bo avahiyên pirneteweyî û rêxistina serbixwe were şekilkirin. Di siya şer û krîzê de, ev yekîtî êdî ne hilbijartinek e; ew pêdiviyek dîrokî ye.