Hevpeymana NADA’yê êrîşên ser Lubnanê şermezar kir

Hevpeymana NADA’yê êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê şermezar kir, wan weke hovîtî û komkujiyeke bi xwîn li dijî sivîlan bi nav kir.

Navenda Nûçeyan – Paytexta Lubnanê, Beyrûd û çend bajarên din duh êvarê rastî êrîşên tund hatin ku ji destpêka şer ve wek êrîşên herî tund tên hesibandin û di encamê de bi sedan sivîl mirin û birîndar bûn her wiha zirarên berfireh gihîştin binesaziyê.

Hevpeymana Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê "NADA" îro daxuyaniyek da û got: "Em bi hêrseke mezin pêla êrîşkariya ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve li dijî Lubnanê hatiye destpêkirin dişopînin. Ji destpêka şerê herêmî ve gihîştiye asta herî tund û hovane û li dû xwe komkujiyeke xwînî ya bi sedan şehîd û birîndaran hiştiye û careke din piştrast dikin ku ev rêxistin ne kêmkirina rageşiyê weke riyek ji bo rawestandina şer dibîne. Lê belê wekî manevrayek bijartî ku bi riya wê agir li eniyên hildibijêre ji nû ve organîze dike û ji nû ve belav dike."

Êrîşên ser Lubnanê biryareke siyasî-leşkerî ye

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "tiştên li Lubnanê qewimîne ne şaşiyeke leşkerî biryareke siyasî-leşkerî ya hesabkirî bûye. Her wiha hat gotin ku ev îsbat dike hikûmeta Netanyahu naxwaze rageşiya heyî raweste û tu agirbestek qebûl nake ku mafê bombebarankirina her dem û li her deverê ku bixwaze nade wê. Di vê wateyê de hedefgirtina Lubnanê bi hovîtîyeke wisa, di heman demê de îşaret bi wê yekê dike ku ew ê di tu agirbestê de cih negire, eşkere dike ku hêzên Îsraîlî dixwazin hevkêşeyek pir xeternak ava bikin."

Armanc bi êrîşan ew e ku herêm ji nû ve bikeve bin serweriya wan

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên berdewam ên li ser Lubnanê rasterast berdewamiya şerê tunekirinê yê li Filistînê ye û beşek ji projeya berfirehtir a Siyonîst-emperyalîst e ku ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ve tê piştgirîkirin. Armanc ew e ku herêm bi zorê ji nû ve bikeve bin destê xwe, gelan bişkîne û welatan bike hebûnên eşkere yên di bin rehma serdestiya leşkerî û şantajên ewlehiyê de. Tiştê ku wekî "ewlehiya Bakur" tê firotin, ji bilî projeyek hegemonyayê, berfirehbûnê û binpêkirinê tiştek din nîn e ku li ser sînorên Filistînê yan jî li ser sînorên Lubnanê raweste.

Daxuyaniyê zelal kir ku tiştê Îsraîl dike êdî ne tenê wek hewldanek ji bo hegemonyayê tê xwendin, weke pêkanîna rasterast a planeke berfirehbûnê ya ku demek dirêj e hatiye ragihandin, li ser daqurtandina axê, şikandina îradeya gel, serweriya dewletan û ferzkirina nexşeyên nû yên bandorê bi zorê hatiye avakirin. Her kesê ku difikire ev sûcên hovane tenê operasyonên astengkirinê ne û di wan de îfadeyek projeya "Îsraîla Mezin" bi amûrên xwe yên nû nabîne, ne tenê di nirxandina xwe de xelet e, lê di heman demê de nikare rastiyan bixwîne dema ku ew xwe li ser erdê ferz dikin.

Êrîş di nav bêdengî û hevkariyê de tên kirin

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku aliyê herî xeternak ê meseleyê ew e bi hêsanî bajar tên bombebarankirin û sivîl tevî kal û pîr, ciwan, jin, zarokan, tên hedefgirtin û komkujî û jenosîd bi eşkere û dubare tên kirin êdî ne tenê bandoreke alî ya şer e lê bûye mînakek ji bo sazûmankirina bêcezatiyê. Ango jenosîd êdî kiryarek şermezarkirî û îstîsnaî nîn e lê pratîkek dubare ye ku li ber çavên cîhanê, di nava bêdengî û hevkariya wê de tê kirin.

Armanckirina civakên sivîl amûrek bi zanebûn e

Hevpeymana NADA’yê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku jin, zarok û malbatên koçber bi riya kuştin, terorîzekirin, koçberkirin û wêrankirina şert û mercên jiyan û ewlehiyê bedela vê binpêkirinê didin. Hedefgirtina civakên sivîl amûrek bi zanebûn e ji bo şikandina îradeya gelan a ji bo berdewamiyê, hilweşandina pergalên civakî yên berxwedanê û sepandina tirs û panîkê weke amûrek daîmî ji bo serdestî û bindestiyê."

Banga rawestandina êrîş û kimkujiyan

Di daxuyaniyê de bang li hikûmet û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku bi lezgînî li herêmî û navneteweyî bigerin da ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê rawestînin, her rêbazeke siyasî yan danûstandinê ya ku wê ji agirbesta li Rojhilata Navîn dûr dixe red bikin, riyeke zelal ji bo hesabpirsîna navneteweyî ji bo komkujiyên li dijî sivîlan hatine kirin vekin, rêberên Îsraîlê ji ber sûcên şer û binpêkirinên wan ên berdewam ên qanûna navneteweyî û serweriya Lubnanê hesab bidin. Her wiha dabînkirina parastina lezgîn ji bo sivîlan, bi taybetî jin û zarokan û misogerkirina alîkarî û bersiva mirovî ji bo birîndar û koçberan.

Di daxuyaniyê de banga redkirina siyaseta agirbestên perçe perçe, mijûlbûna bi ewlehiya gelên herêmê û serweriya dewletên wê wek tevahiyek yekpare û zêdekirina zextên gelêrî, jinan û mafên mirovan li dijî projeya Siyonîst-emperyalîst û li dijî hemû hewldanên normalîzekirina êrîş û binpêkirinê hat kirin. Bêdengiya li ser komkujiya li Lubnanê ne bêalî ye, lê belê hevahengiya bi kujer re ye û qebûlkirina mantiqa agirbestên perçe perçe ne lêgerîna aramiyê ye lê belê pêşgotinek ji bo qonaxek xeternaktir e ku tê de serweriya dewletan û xwîna gelan dibe materyalek vekirî ji bo şantaj, bombebaran û şerê domdar.

Em hevgirtina xwe ya ji bop sivîlan radigihînin

Weke Hevpeymana NADA’yê em sersaxiyê ji gelê Lubnanê yê berxwedêr û malbatên şehîd û kuştiyan re dixwazin û em hevgirtina xwe ya tevahî bi sivîlên ku bi vê êrîşa hovane re rû bi rû ne re tekez dikin.