‘Hevpeymana civakî misogeriya parastina civaka Êzidî ye’

Endama rêveberiya Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê Leyla Îbrahîm da zanîn ku Hevpeymana Civakî a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dê bibe jêdera parastina hebûn, nasname û çanda civaka Êzidî.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê piştî 12 salan ji şoreşa 19’ê Tîrmehê, di Kanûna 2023’an de hevpeyamana civakî a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê nû û îmzekir. Paradîgmaya Rêveberiya Xweser ku xwe dispêre pergala Netewa Demokratîk bi nûkirina hevpeyamana civakî re, tevahî pêkhate, etnîk û civakên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê anîn gel hev ku di bin sîwana modela Rêveberiya Xweser de jiyaneke wekhev û demokratîk bijîn.

Li gel bi dehan pêkhate û bawerî, li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hejmareke ji civaka Êzidî jî hene ku bi salan rû bi rû yê 74 fermanên qirkirinê re hatin. Bi nûkirina Hevpeyamana Civakî re, Êzidiyên ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dijîn, ew jî bi rê, resim, çand û baweriya xwe bûn parçeyek ji vê pergal û hevpeymanê.

Di derbarê girîngî û wateya hevpeymana civakî de, endama rêveberiya Mala Êzdiyan ya kantona Cizîrê Leyla Ibrahîm nirxandinên xwe bi me re parve kir.

‘Rêveberiya Xweser pirojeya ku wê me ji fermanan biparêze’

Leyla Ibrahîm ya bal kişand ser bandora hevpeymana civakî li ser Êzdiyan wiha got: “Rêveberiya Xweser ku xwe dispêre Netewa Demokratîk pêşî li dubarekirina pêkhatina fermanên li ser civaka Êzidî digre. Ji ber vê em weke Mala Êzdiyan ku nûnertiya Êzdiyên li herêmê dikin, xwedî misyoneke girîng in di nava pergala Rêveberiya Xweser de. Ji ber vê em pirojeya Netewa Demokratîk pîroz dibînin ku me ji bo xwe ev pergala hilbijart û xwe li gor rêgezên wê birêxistin dikin. Civaka Êzidî di gelek fermanan re derbasbûn ku di encamê de me gelek tiştên xwe ji dest dan. Lê bi Rêveberiya Xweser e, em ji nû ve vejiyan û me dikarbû careke din nasname, çand û dîroka xwe derxin holê û jiyanî bikin. Ji bo vê em şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê pêk hat, derfet û şansekî mezin digrin dest ku emê bi riya wê pêşerojeke demokratîk û azad ji bo xwe xêzbikin.”

‘Emê bi rizgarkirina jinên Êzidî re pirojeya xwe di piratîkê de pêk bînin’

Me weke jinên Êzidî jî dikarbû xwe birêxistin bikin û bibin hêza vegera jinên ku di fermana 74’an de hatin revandin. Ji ber vê hemleya Mirovî û Ewlehiyê ku ji aliyê şervanên YPJ’ê û QSD’ê ve li kampa Holê pêk hat gelek girîng û bi wate dibînin. Bi sedan jinên winda hene, ji bo vê em pêwistî û girîng dibînin ku dem bi dem hemleyên di vê astê de pêk wer in da ku em bibin çavkaniya rizgarkirina jinên di destên çeteyên DAIŞ de. Komîteyeke me ya taybet a Mala Êzdiyan heye ku xebata me bi taybet ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ye. Ji bo vê em spasiya aliyên pêwindîdar dikin ku emê bikarbin bi vî awayî xwedî li jinên hatine revandin derkevin û bendên hevpeymana civakî di piratîkê de pêk bînin. Em di vê mijarê de bi îsar û biryar in, lewra wê têkoşîna me her bilind be.”

‘Emê xwedî li hevpeyamana civakî derkevin’

Leyla Ibrahîm diyarkir ku îmzekirina Hevpeymana Civakî garantiya parastina nirxên şoreşê ye û got: “Destkeftî û nirxên şoreşê bi hevgirtin û yekîtiya pêkhateyên li herêmê pêk hatin, ji ber vê îmzekirina hevpeymana civakî tê wateya mayîndekirina yekîtiya ku pêk hat. Bi taybet jî ji bo me Êzdiyan, ev cara yekemîn e ku em dibin xwedî pergal û hevpeyman. Bi taybet jî hîn bendên li ser parastina bawerî, nirx û destkeftiyên civaka Êzidî hene. Em bi vê mijarê gelek kêfxweş in ku dê ev bend bibin riya parastina civaka Êzidî û vegerandina hemû jinên hatin revandin.”