Hêviya jinên Rojhilata Navîn û herêma Efriqaya Bakur: NADA
Hevgirtina NADA’yê, rêxistineke jinan e ku ji Rojhilata Navîn û herêma Efrîqaya Bakur weke gaveke girîng ê têkoşîna jinan, ji welatên cuda jinan anî ba hev û armanca wê ew e ku azadî, edalet û wekheviyê ji bo guherîna civakî pêk bîne.
MALVA MUHAMMED
Navenda Nûçeyan – NADA, armanc dike ku jinan bi hêz bike û bi stratejiyek li ser esasê mafên mirovan, mafên jinan biparêze.
Di vê çarçoveyê de CEDAW (Peymana Bidawîkirina Cudakariya li Dijî Jinan), Peymana Stenbolê û belgeyên weke biryara Konseya Ewlekariyê ya NY’ê ya bi hejmar 1325 a Jin, Aştî û Ewlehiyê, referans digre. Ji bo ku em derbarê xebatên hevgirtina NADA’yê de agahî bigrin, me bi endama Serokatiya NADA’yê û avakara Navenda Stratejiya Desteka Zarokan a Yemenê Dr. Angela Sultan El-Maamarî re hevpeyvîn çêkir.
NADA çawa hat avakirin û gelo gihîşt hedefên xwe?
Hevgirtin di navbera 31’ê Îlonê û 2’yê Hezîrana 2013’an de di Konferansa Jinên Efrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn a li Amedê hat lidarxistin de, hat avakirin. Ji 21 welatan jin beşdar bûn û di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” de NADA hat avakirin. Ev hevgirtin wek rêxistineke ku jinan bi hedef û vîzyoneke hevpar bîne ba hev, hat avakirin.
NADA’yê çi da jinan û gihîşt kîjan welatan?
Bi hevgirtinê re hevkarî, agahdarî û piştgiriya di navbera jinan de mezin bû. Di asta neteweyî û navneteweyî de komîte hatin avakirin, saziyên rêxistinî hatin pêşxistin. Di çar salên dawî de, tevî hemû zoriyan jî tifaqê helwesta xwe parast û têkildarî mafên jinan belavok, nameyên aşkera û çalakiyan li dar xist.
Ji ber pandemiyê û şerên herêmî xebatên wê zor bûn, lê NADA di vê pêvajoyê de di platformên dîjîtal de çalak bû. Bi rêxistinên jinan ên li Filistîn, Îran, Iraq (Hevgirtina 188), jinên Êzidî, rêxistinên jinan ên li Efganistan û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re têkilî hatin pêşxistin. Bi tora “Jin Pêşerojê Dirêsin” a li Berlînê û bi konferansên bingehîn ên jinan li Tûnisê, ket nava têkiliyan.
Li dijî cudakarî, netewperestî û zextên olî biser ket gelo?
Ev pirsgirêk yên ku wisa di rojek de çareser bibin nînin; lê di nava rêgezên bingehîn ên hevgirtinê de têkoşîna bi cudakariyê re heye. Gelek endamên wê, ji cihên di bin zext dagirkerî û têkoşîna bi otorîteyên bavsalar tên. Ev yek jî têkoşîna demokratîk bi hêz dike. Armanca me ew e ku em di çarçoveya rêgezên azadî, edalet û piştgiriyê de hevgirtina jinan a herêmî û cîhanî ava bikin.
Gelo têkoşîna jinan a hevpar dikare bibe riya rizgariya ji tundiyê û şer?
Belê. NADA, jinên ji erdnîgariyên cuda di bin platformek de tîne ba hev, armanc dike ku xeta têkoşîneke hevpar ava bike. Em bawer dikin ku tevgera xwedî deng û helwestek, têkoşîna ji bo heman armancê dê li qadê encamên bi bandor bi xwe re bîne. Bi vê yekitiyê jin dikarin li welatên xwe fikrên azadî û demokrasiyê belav bikin.
Tengasî çi bûn?
Di destpêkê de stratejiyeke me ya zelal an jî pergalek me tunebû. Me bi demê re serokatî, sekreterî û lijneya giştî ava kir. Ji ber karê zêde yê endaman, tenê têkiliya li ser dîjîtalê û nehatina ba hev bû pirsgirêk. Her wiha li hinek welatan ji ber ewlehiyê em nikaribûn rûbirû werin ba hev.
Di konferansa ku beriya du salan hat lidarxistin de, li ser çarçoveya belgeye hat rawestîn. Komîsyon û peywir hatin diyarkirin, wek platforma jinan a herêmî, gavên şênbertir hatin avêtin. Bi saya hesabên medyaya dîjîtal, em gihîştin gelek kesan û atolye û panel hatin lidarxistin.
Armanca sereke ya hevgirtinê ew e ku hevgirtina di navbera jinan de bîne asteke sazîbûyî û li dijî bavsalarî, şer, xizanî û her cure cudakariyê berxwedana hevpar bipêş bixe.