Hêrû Wekîl xelata navneteweyî ya guherînê girt
Berpirsa Rêxistina Nû ji bo parastina jîngeh û mafên jinan Hêrû Wekîl ku jinek kar ji bo parastina jîngeh û mafên jinan li parêgeha Helebceyê dike, di warê avakirina guherînê de xelata navneteweyî ya sala 2025’an girt.
MIHRÎBAN SELAM
Helebce – Ji aliyê hevpeymaniya navneteweyî ya jinan ‘TIAW’ ku rêxistineke xêrxazî ya cîhanî ye, bi taybetî ji bo bihêzkirina aborî û pêşxistina jinan li seranserê cîhanê dixebite ye, ji bo karên di nava çend salên borî de di aliyê mafên jinan û jîngehê de hatine kirin, xelata navneteweyî da berpirsa Rêxistina Niwê ya ji bo parastin jingeh û mafên jinan Hêrû Wekîl.
Têkildarî vê mijarê Hêrû Wekîl ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ev rêxistin xwedî ofîsek e li Weshintone û ez jina yekemîn im li Iraqê min xelat girtiye û di qada jinan de xebitîme. Ez dikaribûm li Helebceyê di karê xwe de bi ser bikevim û şopa xwe bihêlim.”
‘Ev ne tenê xelata Hêrû ye’
Hêrû Wekîl da zanîn ku ev ne tenê xelata Hêrû Wekîl e, ya Rêxistina Niwê ye da zanîn ku tîma wan ji 17 kesan pêk tê, ji bo xizmetê ji jinan re bikin bi berpirsyarî û kedeke mezin dixebitin û got: “Hêvîdar im di pêşerojê de xebatên baştir bên kirin. Her xelata ku tê dayîn, îfadeya teqdîrê ye û mirovan teşwîqî berdewamiya kar dike. Xebatên rêxistinên civaka sivîl bi têkiliyan bi pêş dikeve. Ev xelat jî dibe wesîle ku mirov zêdetir me binasin û derfet dide ku bibin xwedî proje û karê wan zêdetir tê dîtin.”
‘Divê rêxistinên jinan zêde bibin’
Hêrû Wekîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rêxistinên ku di qada jinan de dixebitin kêm in. Ji ber wê girîng e ofîsên rêxistinan li Helebceyê hebin û ji bo heman rmancê, ji bo bihêzkirina jinan bixebitin. Bi temamî em bi hişyarî tevdigerin û ji ber vê her sal dema nêzî 25’ê Mijdarê dibin, tekane hêviya me ew e ku asta tundiyê kêm bibe yan jî qet nemîne.”
Hêrû Wekîl di sala 2024’an de jî bûbû xwedî xelata jinegehê û îsal jî weke kesayeta avakirina guherînê xelat girt.