Herema Firatê piştgirî da serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’
Bi hezaran ji şênî û jinên herêma Firatê û bajarê Minbicê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Çerkez û Turkmen bi meşeke girseyî piştgirî dan serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.
Kobanê – Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ji bo Jîna Emînî ya 16’ê Îlonê ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, serhildana Rojhilat û Îranê ya bi pêşengiya jinan didome. Bi pêşengiya rêxistina Kongra Star ya herêma Firatê bi hezaran ji pêkhate û jinên Kobanê, Girêspî û Minbic, her wiha Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, rêxistin û tevgerên jin, partiyên siyasî, ciwan û xwendevan ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ meşiyan.
Di meşa ku bi dirûşma "Bi rihê berxwedaniya Kobanê em serhildana gelê Rojhilat û Îranê silav dikin" pêk hat de, meşevanan pankartên bi nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî" û "Jin, jiyan, azadî, bijî şoreşa Rojhilat", her wisa bi hezaran wêneyên Jîna Emînî, têkoşerên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan û alên Kongra Star hat bilindkirin. Meşa ku dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û "Bijî berxwedana Rojhilatê Kurdistanê" hat berzkirin, ji qada Jina Azad ve destpê kir, ber bi qada şehîd Egîd ve çû û rawestiya.
Paşê endama Koordînasyona Kongra Star ya herêma Firatê Emîne Bekir axivî. Emîne Bekir di şexsê Jîna Emînî de kesên ku di serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ de jiyana xwe jidest dane bibîr anî û wiha got; “Weke gelê Kobanê û pêkhateyên herêma Firatê em serhildana Rojhilatê Kurdistanê ji dil û can silav dikin, em dibêjin ku hêrs, têkoşîn û serhildana we ya ku du meh in bê navber dewam dike wê xwestek û armanca we bi cih bîne. Baweriya me heye ku wê serhildana we ya di bin navê "Jin, jiyan, azadî" bi serkeve."
Meş bi diruşmên ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav dike bi dawî bû.
Jinên ku beşdarî meşê bûbûn ji ajansa me re axivîn bi silavkirina serhildana Rojhilat û Îranê banga xwedîderketina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kirin.
"Erka me ye ku em xwedî li serhildana Jinên Kurd derkevin"
Endama Kongra Star Semîra Ehmed behsa armanc û rêxistinbûna meşê kir û wiha got: "Em îro bi hezaran ji şênî û jinên herêmê daketin e qadan û berxwedana ku li Rojhilat pêk tê silav dikin û piştgiriya xwe ya bê dawî nîşan didin. Serhildana ku jinên Rojhilat dan destpêkirin, erka me hemû jinan e ku em xwedî li doza wan derkevin û têkoşîna wan bilind bikin. Ji ber vê yekê em weke jinên Kobanê xwedî soza xwe ne ku emê xwedî li şoreşa wan derkevin, ji ber ku di vî warî de tecrûbeyên me hene û em wan hîs dikin. Ji ber vê serhildana rewa ye û mafê wan heye ku pergala xwe ya zayendperest û desthilatdar bugherin û li şûna wê pergaleke demokratîk û azad ava bikin."
"Em ê hişmendiya mêr-dewlet bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" têk bibin"
Hevseroka Encûmena Cibicîkar ya Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk a bajarê Minbic Nezîfa Xilo wiha axivî: "Pergalên netew-dewlet û desthilatdar di dirêjahiya dîrokê de het tim civak bi tunekirinê re rû bi rû hîştiye. Herî zêde jî jin ji vê rewşê bandor bûn ku em dibînin ji derveyî nasname, rastî û hebûna xwe jiyan dike. Bûyera ku li Rojhilatê Kurdistanê jî qewimî, ango qetilkirina Jîna Emînî yek ji hezaran cînayetên ku pergala mêr-dewlet li hember jinan pêk tînin. Jîna Emînê ji bo tayekî porê wê, hat işkence û qetilkirin. Serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê destpêkirin gelê wê behsa azadî û rûmeta xwe dike, jinên wê jî dikarbûn daxwazên xwe bi riya vê serhildanê bînin ziman û xwe pênase bikin. Em weke jinên Minbicê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Turkmen û Çerkez van kiryran heta dawiyê şermezar dikin. Emê li dijî vê hişmendiyê bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" têkoşîna xwe bilind bikin da ku em weke jin jiyaneke azad bijîn."
"Em ji serkeftin û pêşengiya jina teqez in"
Her wisa Sene Receb ya ji pêkhateya Çerkez ku ji bajarê Minbic beşdarî meşê bibû, wiha got: "Ez bi navê jinên Çerkez yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê silav dikin. Em ji wan re dibêjin, jin çavkaniya hêzê ye. Ji ber vê serhildanên ku li ser bingehê azadiya jin û civakê destpêbikin û pêşengên wê jin bin teqez wê bi serkeve. Ji lewra em ji vê yekê bawerin ku emê di demeke nêz de serkeftina serhildana Jîna Emînî bibînin. Heger ev yek pêk were, emê li hember duyemîn şoreşên jin yên li Rojhilata Navîn bin."