‘Her gava di pirsgirêka Kurd de bê avêtin xwedî girîngiyek jiyanî ye’

OHD, ÎHD û baroyan bi boneya Hefteya Mafên Mirovan li gelek bajaran daxuyanî dan, diyar kirin ku binpêkirinên li seranserê welat her ku diçe zêdetir dibin û gotin: “Her gava ku ji bo bidawîanîna tundiyê bê avêtin xwedî girîngiyek jiyanî ye.”

Navenda Nûçeyan – Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û baroyan li gelek bajaran bi boneya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan.

Amed

Li Amedê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de meş hat lidarxistin. Di meşê de beşdaran bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û xewstin binpêkirinên mafan ên ji ber pirsgirêka Kurd tên kirin bên bidawîkirin.

Rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê bi boneya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan bi dirûşma “Aştî bi mafên mirovan pêkan e” meş li dar xist. Girse, li Qada Şêx Seîd kom bû û pankarta “Aştî bi mafên mirovan pêkan e” hate hilgirtin. Girseyê ji vir ber bi Deriyê Qesrê ve meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Em şer naxwazin, aştiye dixwazin”, “Na ji şer re, aştî a niha” hatin berzkirin. Beşdaran li çepikan xistin, tililî avêtin û dayikên dersokspî li pêşiya meşê cih girtin.

Piştî meşê jî metna daxuyaniyê ya ku 63 rêxistinên civaka sivîl îmze kiribû hate xwendin. Metn, ji hêla Cîgirê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ve hate xwendin.

Ercan Yilmaz, anî ziman ku şer û pevçûnên li seranserî cîhanê didomin, rê li ber binpêkirinên giran ên mafên mirovan vekirine û ev rewş weke “rewşekî xeternak” nirxand. Yilmaz, got ku hêj jî pergaleke navneteweyî ya xwe dispêre maf û azadiyên di Danezana Gerdûnî de cih digire nehatiye avakirin.

‘Em ê piştgiriyê bidin’

Di berdewamê de Ercan Yilmaz, destnîşan kir ku yek ji sedema herî bingehîn a krîza mafên mirovan û demokrasiyê jî neçareserkirina meseleya Kurd e û got: “Ji bo serkeftina pêvajoya bi boneya çareserkirina vê pirsgirêkê hatiye destpêkirin, em ê piştgiriyê bidin. Em gavên heta niha ji bo çareseriyê hatine avêtin erênî dibîni lê bi avêtina gavên wêrek re dê pêvajo derbasî qonaxeke pêşdetir bibe.”

‘Cihên goran eşkere bikin’

Di berdewamê de Ercan Yilmaz bi lêv kir ku yek ji mijara herî girîng ku dê bo çareseriyê sûdewer bibe jî serbixwebûna daraza li Tirkiyeyê ye û wiha pê de çû: “Cîbicîkirina biryarên DMME’yê dê bike ku baweriya gel a bi edalet û hiqûqê zêde bibe. Hewcehî bi çêkirina destûreke bingehîn a sivîl jî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, hewcehî bi verastkirinên zagonî heye û di vê mijarê de erkek li ser milê Meclisê heye. Di vê çarçoveyê de, di serî de Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî, divê gorên hemû kesên cihê gorên wan nediyar bên aşkerakirin. Bi taybet jî divê cînayetên kiryarnediyar ên di salên 90’î de hatine kirin bên ronîkirin. Divê cihên gorên welatiyên bi darê zorê hatine windakirin bên aşkerakirin û faîlên wan di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de bên darizandin.”

‘Divê qanûnên înfazê bên guhertin’

Bi domdarî Ercan Yilmaz bi bîr xist ku di sala 2025’an de li Tirkiyeyê mafên azadiya xweîfadekirinê, qedexeya îşkence û miameleya xerab, mafê azadiyê û mafê ewlehî, azadiya çapemeniyê û bijartin/hilbijartinê bi awayekî sîstematîk hatine binpêkirin û got: “Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê, 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene û ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar in. Ji bo ev krîz were çareserkirin, divê qanûna înfazê li gorî standartên mafên mirovan ên gerdûnî were sererastkirin. Divê ATK jî ne meqama biryarê ya diyarker be.”

‘Mafê jiyanê yê jinan hat binpêkirin’

Ercan Yilmaz, got ku ji destpêka sala 2025’an heta niha herî kêm mafê jiyanê yê 421 jinan hatiye binpêkirin û got: “Ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirinan û wekheviya zayendî, divê biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê paşve were kişandin û qanûna hejmar 6284’ê bi awayekî bandor bê bikaranîn. Li hêla din, weke parastvanên mafên mirovan, em careke din dixwazin ku meseleya Kurd ku yek ji şertên sereke ya parastina mafên zarokan e tavilê bê çareserkirin.”

Ercan Yilmaz, axaftina xwe wiha qedand: “Bi boneya vê daxuyaniya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan em careke din hemû kesên di têkoşîna mafên mirovan, aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.

Riha

Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) û şaxa Rihayê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ligel Baroya Rihayê, li ber Baroya Rihayê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan civîneke çapemeniyê li dar xistin. Ji bilî parêzeran, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêxistina Bajar a Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Paretî) û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Songul Arpa, hevseroka şaxa ÎHD'ê ve hate xwendin.

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Şirnex

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwz (OHD) şaxên Şirnexê û Baroya Şirnexê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyek çapemeniyê ya hevbeş dan. Daxuyaniya ku li ber avahiya şaxa ÎHD ya Şirnexê ya li navçeya Cizîr hat dayîn, pankarta bi nivîsa "Mirovahî bi mafên mirovan tê pênasekirin" hat vekirin.

Daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar ji aliyê endama şaxa Şirnexê ya Komeleya Mafên Mirovan (OHD) Dîlan Elçî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hate destnîşankirin ku ev tecrîd binpêkirinên mafên mirovan girantir dike.

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Stenbol

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û şaxa Stenbolê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) li Qada Sultanahmetê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan ku ji 10 heta 17'ê Kanûnê dom dike, daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê,Mirovên Şemiyê, Çinar Altan, hevseroka Şaxa Bajarê Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kesên din beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Pankartek bi nivîsa "Wekhevî ji bo hemûyan, aştî ji bo hemûyan" hate nîşandan, û gelek caran dirûşmeyên wekî "Mafên mirovan me dike mirov", "Dawî li îşkenceya tecrîdê bînin", "Zulm nikare me bitirsîne", "Dawî li kuştina karkeran bînin" û "Girtiyên nexweş berdin" hatin gotin.

Di axaftina xwe ya vekirinê de, Serokê TÎHV'ê Umit Efe kesên ku di têkoşîna mafên mirovan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û xemgîniya xwe anî ziman ku neçar ma binpêkirinên mafên mirovan ên ku di sala borî de di Hefteya Mafên Mirovan de qewimîne parve bike.

Daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar ji aliyê seroka şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Jiyan Tosun ve hate xwendin.

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Wan

Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li Wanê ji aliyê heft rêxistinan ve daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn: Baroya Wanê, Platforma Şaxên Wanê ya Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Koordînasyona Parêzgeha Wanê ya Yekîtiya Mîmar û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB), Şaxa Wanê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (ÖHD) û Odeya Bijîşkî ya Wan-Colemêrgê. Daxuyaniya ku li Kolana Sanatê hat dayîn, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî û gelek kesên din beşdar bûn. Pankartek bi nivîsa "Mafên mirovan ji bo her kesî. Jiyana mîna darekê, bi tenê û azad, mîna daristanekê, bi biratiyê" hat daliqandin.

Daxuyanî ji aliyê Ayfer Şahin Bilici, Sekretera Dermankirinê ya Nûnertiya Wanê ya TÎHVê ve, li ser navê komîsyonê hat xwendin.

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Enqere

Baroya Enqereyê, bi boneya sala 77’an a qebûlkirina Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan, li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Yukselê daxuyanî da. Serokê Baroya Enqereyê Mûstafa Koroglû diyar kir ku parastina mafên mirovan, hem berpirsyartiya hiqûqnasan hem jî y derdorên civakê ye.

Koroglû, îşaret bi binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiye û cîhanê kir û got: “Êdî şert û mercên giran ên li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind hema hema veguherîne pergala înfazê ya tîpa bîrê.” Bi domdarî Koroglû, anî ziman ku divê hevsengiya di navbera azadî û ewlehiyê de mafên mirovan hebe û got: “Mafên mirovan weke qadekê lûtfê çênabin. Mafên mirovan, encamekî xwezayî ya însanbûnê ye. Ev maf çiqas werin parstin ewqas dijîn. Weke Baroya Enqereyê em ê binpêkirinên mafên mirovan bişopînin, li hemberî her mexdûriyetekê bisekinin û hêza hiqûqê mezin bikin.”

Dêrsim

Endamên Şaxa ÎHD’a Dêrsimê û gelek welatiyan jî li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em dibînin, bêdeng nabin, têdikoşin. Mirov bi mafên xwe mirov e” hate hilgirtin. Girseyê heta pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan meş li dar xist. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Ozgur Ateş di daxuyaniyê de got ku hewceye di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên şênber bên avêtin, îsal asta binpêkirinên mafan a li seranserî welat zêde bûne.

Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn pêşiya bîrdariyê.

Edene

Şaxa ÎHD’a Edeneyê li Parka Înonuyê daxuyanî da. Hevseroka ÎHD’a Edeneyê Yasemîn Dora Şeker di daxuyaniyê de banga tevlibûna çalakiya zincîra mirovan a ku dê di 13’ê Kanûnê de were lidarxistin kir. Parastvanên mafên mirovan, ji Parka Înonuyê heta navenda bajêr bultenên mafên mirovan li ser belav kirin.

Hatay

Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê jî li Parka Jiyana Bitendurist daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Adil Bahtiyar behsa binpêkirinên mafan kir û got: “Armanca me ew e ku li welat û dinyaya me edalet, aştî û demokrasî serwer bibe û jji bo vê jî dê têkoşîna me bidome.”

Mêrsîn

Bi heman boneyê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî li Parka Zarokê Azad, bi dirûşma “Ji her kesî re wekhevî, ji bo wekheviyê aştî” daxuyanî da. Hevseroka Şaxê Zeynep Kayayê di daxuyaniyê de bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, şertên giran ên li girtîgehan, êrişên ser mafên azadiya xweîfadekirin û xwebirêxistinkirinê û got: “Em dibînin, bêdeng nabin û têdikoşin.” Zeynep Kayayê bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ku li dijî şer, cihêkarî, xizanî û tundiyê ew ê nirxên mafên mirovan biparêzin.

Êlih

Şaxa ÎHD’a Êlihê jî tevî nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Di salvegera qebûlkirina danezana gerdûnî ya mafên mirovan de; em dibînin, bêdeng nabin, têdikoşin” hate hilgirtin.

Rêveberê Şaxê Metîn Nas di daxuyaniyê de got: “Welatê me, ji sala 2016’an heta niha her çend hatibe gotin ku di 19’ê Tîrmeha 2018’an de hatiye rakirin jî, bi rejîma OHAL’ê ya mayinde ve tê birêvebirin. Vê pêvajoyê firsend da îktîdara siyasî ku bi destûra bingehîn neke û rêgezên serweriya hiqûqê binpê bike û ji xwe re referans negire.”

Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.

Sêrt

Li Sêrtê jî li pêşiya Şaxa ÎHD’ê daxuyanî hat dayin û pankarta “Mirov bi mafên xwe mirov e” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê Şaxê Ahmet Erzen di daxuyaniyê de got ku divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin.