Helebce mînaka aştî û bihevrejiyanê ye
Niha Helebce bi peyama aştî û bi hevre jiyanê tê nasîn. Ev bajare ji dîrokê ve rastî karesatên mezin hatiye. Niha wek mînaka hevbeş a yekîtiya civakê hatiye dayarkirin.
MÎHRÎBAN SELAM
Helebce – Bi hevre jiyana baweriyan, bingehek girîng ê aramî û hevbeşiya civakê ye. Di civakekê de ku cûdahiya bawerî û meshebî heye. Rêzgirtina bawerî û rewşa hevdû dibe sedemê avabûna baweriya hevbeş. Di dîroka Kurdistanê de Misilman, Xiristiyan, Êzidî û baweriyên din, bi hevre dijîn û xweşî û nexweşiyên xwe bi hevdure parve kirine. Ev bi hevrejiyane ne tenê ne hevsengiyek civakî ye, nîşaneya rêzgirtina li çandên cûda ne.
Helebce, ji berê ve cihê bihevrejiyana Milsiman û Kakeyîyan bû û niha jî mînaka bihevrejiyana aştî û civakî ye. Ji ber vê jî piranî çalakiyên xwe bi hevre dikin.
‘Bi hevrejiyana Misilman û Kakeyîyan mînaka aştiya civakê ye’
Mamosteya zanîngehê û lêkolînera baweriyê Aye Esfendiyar wiha got: “Ez beşdarî panela taybet ya bi hevrejiyanê bûm û min behsa aramî û bi hevrejiyana di nava eşîr û baweriyên cûda û her wiha pirsgirêkên ku derbikeve kir. Li Kurdistanê gelek eşîr bi hevre dijîn û ev jî wateya serkeftinê ye û gelek girînge. Divê bi awayek ku ti cûdahî di navbera pêkhateyên bi hevre dijîn de nebin, bijîn. Gihana dadperweriyê bihevrejiyana Misilman û Kakeyiyan ku mînaka aştiya civakê ye. Mînak malbatên Kakeyan ji bo parastina nirxên nîştîman û civakê kevneşopiyên wan ên girîng hene. Dîrok şahidê wêye, berê ji bo avakirina cihên îbadetê bi hevre tevger kirine. Yekdengî û têgihiştina baweriyan yekdengiya civakê ava dikir.”
‘Yek rêzî û bihvre jiyan tekane rêya parastina pêşerojek arame’
Aye Esfendiyar da zanîn ku li Helebce cûdahiya bawerî û civakê nebûya sedemê dûrxistinê, bûye sedemê nêzbûna dilan û got: “Mizgeft, dibistan û bazar, cihê kombûna goftogoyên aram û hevbeş hene. Ezmûnên berê fêr kiriye ku yekrêzî û bihevre jiyan tekane rêya parastina pêşerojek bi arame.”
‘Bihevre jiyana baweriyan mînaka serkeftina hevbeşî û aştiyê ye’
Nûnera Serdeştiyan a Iraqê Awat Hîsamedîn wiha got: “Em hemû dizanin bawerî di demek u xelk ji tiştên xwezayî bi teybet wek erdhej û lehiyên xwezayî di tirsan derketiye. Li gel pêximberan, bawerî jî şekil girtin û ji bo mirova bi hevre bijîn bawerî derketine. Bawerî ji bo cûdahî di navbera mirovan de nemîne, ji bo belavbûna heskirin û nemana zilmê derketiye. Di demekê de cîhan rû birûyî tundî û parçebûnê, ye de bihevrejiyana di nava baweriyan de, ji bo aştiya jiyanê divê wek modelek a serkeftinê were nîşandan. Xuda di tevahî baweriyan de heye û dibêje mirov derxistiye û gelek mezie. Di bingehê baweriyan de, heskirin û wekhevî û qebulkirina hevdû heye, berê xwe daye başiyê û ji xirabiyê dûrxistine û ji ber vê çavkaniya di aştiya di navbera dewlet û civakan deye.
‘Niha bawerî û siyast tevlîhev bûne’
Awat Hîsamedîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bihevre jiyan , berpirsyartiya hevbeş a hikûmetê, saziyên bawerî û her wiha kesane. Divê bibe hêza hevdû, ne bibe sedemê dûrketinê, lê belê niha siyaset û bawerî ketine nava hevdû. Eve ne raste bawerî têkiliyek di navbera mirov û xûda deye. Hinek kes vê yekê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî û malbatî û partî bi kartîne. Divê bewerî ji siyaset û bazarkirinê bê dûrxistin. Divê bawerî û desthilat ji hev cûda bin. Mînaka Efgansitan heye ku bawerî û siyaset ketiye nava hev û encamên nerênî bi xwere aniye. Divê mirov bide têgihandin ku bawerî ne amûrên êş û zextê ne, divê hemû zindî, xweza û mirov li ser van xakan divê jiyana bi hevre bi parêzin, ji texrîbkirina xwezayê dûr bikevin, li cihê kîn û hêrsê bi perwerdeyek rast heskirinê belav bikin, armanca baweriyan heskirin û aştiye.”