‘Hejmara sivîlên ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatine qetilkirin zêde ye’

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma diyar kir ku hejmara sivîlên ku di êrîşên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de hatine qetilkirin zêde ye û got ku hejmareke rast a kesên ku hatine revandin an jî winda bûne tune ye.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Çeteyên ku bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker û cîhadîstên HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam), bi hezaran çete, tang û dronan êrîş birin ser du taxên Kurdan li Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Piştî êrîşên 5 rojan yên bixwînî gelek jin, zarok û kesên temen mezin hatin qetilkirin, lê bi gelek jin û mêr hatine revandin û çarenivîsa wan heta niha ne diyar e.

Têkildarî sûcên çeteyên ku komkujî pêk anîn û belgekirina binpêkirinên mafê mirovan, Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cumaa ji ajansa me re axivî.

‘Bêdengiya navneteweyî wan ji berpirsiyartiya li hember komkujiyan naşo’

Evîn di destpêkê de bêdengiya navneteweyî li hember komkujiyên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêk hatin bibîr xist û tekez kir ku hêzên navneteweyî ji berpirsiyartiya komkûjiyên derheqê sivîlan de hat kirin berpirsiyar e û wê ji berpirsiyartiya dadgehkirina sûcdaran û çeteyên ku sûc kirin e, naşo.

Evîn di dewama axaftinê de sedema wê wiha bilêv kir: “Sedema wê jî ew e ku parastina sivîlan di qadên şer de, hiqûqî û zagonî ye. Zagonên navneteweyî û yê mirovî vê zelal û eşkere dike. Ji lewra reva wan ji berpirsiyartiyê wan xilas nake.”

Windahî pir in û hejamarek zelal tune

Evîn Cumaa got ku êrîşên li ser her du taxan êrîşên rasterast li dijî sivîlan bû û balkişand ser windahiyan û got: “Di encama êrîşên hovane de gelek sivîl bûn qurbanî û jiyana xwe ji dest dan. Heman demê gelek sûcên şer li dijî şervanan jî hat kirin. Heta niha çarenivîsa gelek malbat, jin û zarokan nayê zanîn, windayî ne. Gelek kes hatin girtin û binçavkirin û bi hezaran gel neçarî koçberiyê bûn. Neçar mane ku rewş û bûyerên zehmet bijîn.

Zehmetiyên me yê belgekirina hejmara kesên hatine revandin û windakirin, pir in. Hejmarek zelal li ber destê me tune ye niha, ji ber em hîn li ser vê mijarê dixebitin.”

Evîn da xuyakirin ku berdewamiya binpêkirinên li dijî sivîlan rastiya hêzên navneteweyî, rêxistinên mafê mirovan û NY datîne pêşberî balansa dadmendiyê, ka heta çi astê durûtiyê di siyaseta xwe ya didin meşandin de, dikin.”

‘Sivîl bi awayek taybet tên hedef girtin’

Evîn da zanîn ku heta niha ji bo rawestandina êrîş û sûcên li dijî sivîlan ti diyalogek cidî ji aliyên hêzên bibandor di dosyeya Sûriyê de nehatiye kirin û bi hevoka ku êrîş berdewam in pêl da gotina xwe: “Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî bi gefên êrîşan re rû bi rû ye û êrîşên li ser herêmê nehatine rawestandin. Sivîl di nav rewşek pir xeternak de dijîn ji ber ew taybet tên hedefgirtin.”

Pêwîst bû qonxanek veguhêz ba!

Evîn bang li raya giştî û hêzên navneteweyî kir ku sivîlan biparêze ji ber Sûriyê di rewşek pir xirab de derbas dibe û wiha dirêjî da gotina xwe: “Pêwîst bû ku ev qonaxek veguhêz ba û lihevkirin çêbûba. Lê diyar e ku hikûmeta veguhêz a demkî dixwazin bi dare zorê desthilata xwe li her derê ferz bikin.”

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi senaryoya Sûweyda û beravê re rû bi rû ye

Evîn Cûma Komkujî û bûyerên bixwînî yên Sûweyda û berava Sûriyê li dijî Elewî û Durziyan pêre rû bi rû man bibîr xist û got ku: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi heman senrayoyê re rû bi rû ye, ger ku bêdengiya hêzên navneteweyî dewam bike.”

Vegera li diyalogê û çareseriya siyasî

Evîn careke din banga rawestandina êrîşan kir û destnîaşnî vegera li diyalogê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne bi şer pêwîste ev pêvajo bi awayekî siyasî were çareserkirin. Ji ber çareseriya vê dozê wê bandora xwe li her derê bike.”