Hejmara qurbaniyên dibistanek seretayî ya li Mînabê zêde bû; 85 mirî, 92 birîndar
Li bajarê Mînabê di dibistanekê ya keçande hêjmara xwandevanên keç yên mirî û birîndar zêdebûn.
Navenda Nûçeyan — Di encama êrişê Emerîqa û Îsraîlê de li dibistanekê seretayî yê bajarê Mînabê gelek xwandevanên keç mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Hêjmara miriyan gihiştiye 85 kesan û yên birîndar jî gihiştiye 92 kesan.
Ruxmê ku Wezareta Perwerdehiyê ya Îranê îro sibê ragihandibû hemû dibistan li seranserê welêt hatine girtin. Lêbelê, dem û rêbaza rastîn a êrîşên li ser van dibistanan hîn ne diyar e.