Hejmara nû ya Newaya Jin bi manşeta “Çareserî di rol û statuya Rêber Apo de ye” derket
Hejmara nû ya rojnameya Newaya Jin a meha Nîsanê bi berga “Çareserî di rol û statuya Rêber Apo de ye” derket. Di vê hejmarê de 4’ê Nîsanê, civaka demokratîk, berxwedana jinê, şer, koçberî, ekolojî û pirsgirêkên civakî yên li Ewropayê hate nirxandin.
Navenda Nûçeyan – Rojnameya Newaya Jin di meha Nîsanê ya sala 2005’an de dest bi weşanê kir. Bi hejmara xwe ya 253’yan re 20 sal li pey xwe hiştin. Hejmara meha Nîsanê ya rojnameyê bi berga “Çareserî di rol û statuya Rêber Apo de ye” derket.
Di mijarên hejmarê de; 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, salvegera wefata dayîka wî Uveyş Ocalan, banga duyemîn a li Îmraliyê hatî kirin û nîqaşên têkildarî pêvajoya avakirina civaka demokratîk cih digrin.
Di rojnameyê de her wiha şerê li Rojhilata Navîn, pirsgirêkên civakî yên li Ewropayê, azadiya jinê, analîzên bi sernavên têkildarî ekolojî û koçberiyê hatin weşandin.
Sernavên di rojnameyê de bi vê awayî ne:
Di rûpelê forum ê rojnameyê de nivîseke ji dahûrandinên Rêber Apo yên 24’ê Îlona 1993’yan ku têkildarî “avakirina civaka nû” ye, heye.
Di rojnameyê de her wiha nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji PAJK’ê re nivîsandî, cih girt.
Nivîskar Raperîn Munzur hişyarî da ku eger zemînê muzakereya vekirî neyê avakirin, wê şer û bêçareserî kûr bibe.
Di rojnameyê de her wiha nivîsên Medya Doz û Haskar Kirmizigul ên têkildarî 4’ê Nîsanê, hene.
Fîlîz Zeyrek jî derbarê Dayika Uveyş de nivîsand.