Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara nû ya Kovara Jinê vê hefteyê bi berga ‘Dewlet, bîr û înkar: Ji nûve xwendina Dêrsimê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
Navenda Nûçeyan – Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, hejmara 142’an a vê hefteyê bi berga ‘Dewlet, bîr û înkar: Ji nûve xwendina Dêrsimê’ derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê vê hefteyê bal kişand ser komkujiya Dêrsimê.
Hemû sernavên di kovarê de cih digirin ev in:
* Dema amadekariya komkujiyê de nefreta ku ji raporên der barê jinên qizilbaş de derketiye holê/ Bedriye Poyraz
* Jinên çiyayên bêdeng: Rûyê Dêrsimê yê nehatiye dîtin/ Songul Morsunbul Tarhan
* Tertele- Seyît Riza/ Yuksel Mutlu
* Ev perwerde ji bo kê ye? Şukran Demîr
* Tasfiyekirina destkeftiyên jinên kurd: Rûyê rejîma qayiman/ Esra Karadaş Ekîncî
* Ji keştiyên temaşekirî ber bi bingeha avakar: Komara demokratik û jin/ Salîha Aydenîz