Hejmara nû ya Kovara Jin derket
Hejmara 125'emîn a Kovara Jin bi berga "Şahidiya li Casenê: Ji Berxwedanê Ber Bi Azadiyê Ve" derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 125'emîn a Kovara Jinê ku her hefte roja yekşemê tê weşandin bi berga "Şahidiya li Casenê: Ji Berxwedanê Ber Bi Azadiyê Ve" derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê hejmara kovarê de, merasîma çekşewitandinê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk a di 11'ê Tîrmehê de hatibû lidarxistin, cih girt.
Hemû sernavên di hejmara nû de wihane:
* Hesin heliya, îrade ma: 11'ê Tîrmehê / Aysel Işik
* Di Tevgera Têkoşîna Kurd de Hemleya Veguhertinê / Dicle Muftuoglu
* Li Casenê bi pêşengiya jinê aştî: Avakirina Hiqûqê ya bi Xwe / Newroz Uysal Aslan
* Dengê Dîrokê Dengê Gel / Gulîzar Îpek
* Rihê Demê yê Destanî / Figen Aras
* Nîşeyên ji Xwendinên Manifestoyê/ Medya Doz