Hejmara nû ya Kovara Jin derket

Hejmara nû ya kovara Jin bi berga “Li dijî jibîrkirinê: Jin, bawerî û hevrûbûn” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 123’emîn a Kovara Jin ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin bi sernavê “Li dijî jibîrkirinê: Jin, bawerî û hevrûbûn” derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de kovarê bal kişand ser bîra Komkujiya Madimakê, polîtîkaya necezakirinê û zindîhiştina çanda lînckirinê.

Nivîsên di hejmara nû de ev in: 

Madimak hê jî dişewite! / Şenal Sarihan

Jibîrnekirina Sêwazê! / Yuksel Mutlu

Li Sûriyeyê jinên Elewî: Ji bêdengiyê ber bi berxwedanê ve! / Canan Yuce

Ji Riya Heq heta Elewîtiyê; perwerdeyeke li ser înkarkirina nasnameya Kurd / Nesrîn Akgul

Veguhêza bêdengiya pîroz: Nêrîneke teolojîk a ji dilê jinê ya bo Elewîtiyê / Songgul Morsumbul Tarhan

Avakirina aştiyê ya jinan: Jêkirina ayînên şer ên mêran / Dîlan Bebleşîn

Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin nivîsên kovarê: