Hejmara meha Tîrmehê ya Newaya Jin derket
Hejmara meha Tîrmehê ya Rojnameya Newaya Jin bi berga banga “Aştî û Civaka Demokratîk" derket pêşberî xwedevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin, bi berga banga "Aştî û Civaka Demokratîk" derket. Rojnameyê vê mehê cih da mijarên geşedanên piştî bangê, Şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ya ji rêxistina navneteweyî ya komunal re bû îlham, konfederalîzma jinan a cîhanê, tecrubeyên aştiyê yên ji welatên cuda û şerê di navbera Îsraîl û Îranê de.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, di hevpeyvîna xwe ya rojnameyê de, geşedanên piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” nirxand.
Di rûpela Kurdî ya 12’an de, Roza Metîna bi parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya re têkildarî bandorên banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a li herêmê axivî.
Di rûpela Forûmê de jî beşa destpêkê ya pespektîfa dîrokî ya bi berga “Di hebûn û pirsgirêka Kurd de dawiya demekê û gavavêtina ber bi serdemeke nû” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 25’ê Nîsanê de hat dayîn.
Berxwedana 14’ê Tîrmehê
Yek ji nivîskarên rojnameyê, Hêja Zerya di nivîsa xwe ya bi berga "Ji 14’ê Tîrmehê heta Enternasyona Komûnal” de bal kişand ser bûyerên li Zindana Amedê yên sala 1982’an û mîrateya ji berxwedana rojiya mirinê ya dîrokî heta roja îro. Rûşen Samsat, di nivîsa xwe ya bi berga "14’ê Tîrmehê û Kurdbûna Ji Nû ve Şînbû" de cih da bandorên dîrokî yên vê berxwedanê.
Têkoşîna jinan
Di rûpela rojevê ya rojnameyê de jî Nazan Ustundag, hevgirtina enternasyonal a jinan a li dijî zêdebûna polîtîkayên qirkirina li ser jinan ên li seranserê cîhanê nivisand. Her wiha Kurdistan Lezgiyeva bi nivîsa bi sernavê “Bi hevgirtina jinan ber bi Konfederalîzma Demokratîk ve” li ser Kongreya Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn Erfrîkayê( NADA) ya di navbera 15-17’ê Gulanê de li Silêmaniyê hat lidarxistin nivîsand.
Di rûpela Jineolojiyê de jî beşa ewil a nivîsa Berfîn Guneş a bi sernavê “Xwezaya Pirqatî ya Avakirina Aştiyê Ji Nû Ve Fikirandin” hat parvekirin. Zeynep Kizilirmak jî cih da Şoreşa Rojava ya dikeve sala xwe ya 14’emîn û veguherînin siyasî û civakî yên di vê pêvajoyê de. Gulistan Kanîreş jî pêşketinên ki bi Şoreşa Rojava di qadên huner û wêjeyê de çêbûn nivîsand. Her wiha Zîlan Vejîn jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Li Îranê Çareserî Ne Şer e, Demokratîkbûn e" geşedanên heyî yên li Îranê nirxand.