Hejmara kesên li Zîvala Xezayê hatin qetilkirin bû 65 hezar û 344

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de di 24 saetên dawî de 61 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan Hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve jiyana xwe ji dest dane, di 24 saetên dawî de 61 kes zêde bûn û gihîştin 65 hezar û 344 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ji 18’ê Adarê ve, piştî rawestandina agirbesta ku di 19’ê Çileyê de hatibû îmzekirin, di êrîşên artêşa Îsraîlê de 12 hezar û 785 Filistînî hatine qetilkirin  û 54 hezar û 754 kes jî birîndar bûne.

Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara giştî ya kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de mirine gihîştiye 65 hezar û 344 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 166 hezar û 795 kesan.