Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 42 hezar û 175

Di êrîşên ku di 24 seetên dawî de ji aliyê Îsraîlê ve li Şelîda Xezayê hatin kirin de 49 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji 7’ê Cotmehê ve heya niha hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 42 hezar û 175.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê bênavber li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin. Di êrîşên Îsraîlê yên di 24 saetên dawî de li Zîvala Xezayê pêk anî de 49 kesan jiyana xwe ji dest dan. û 219 kes jî birîndar bûn. Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê di daxuyaniya xwe ya der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ku 372 roj in berdewam dikin de agahî da.

Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê hatine kirin de hejmara miriyan bûye 42 hezar û 175 û ya birîndaran jî bûye 98 hezar û 336.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di bin xirbeyan de û li kêleka riyan de ceneza hene lê tîmên tenduristiyê û wezîfedarên  parastina sivîl ji ber astengiyên hêzên Îsraîlê nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.