Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 43 hezar û 374
Hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 43 hezar û 374.
Navenda Nûçeyan – Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrişên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê di roja 395’emîn a êrişan de bi daxuyaniyeke nivîskî daneyên dawî parve kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de ji ber "3 qetlîamên" ku artêşa Îsraîlê li gelek deverên Şerîda Xezayê li dar xist de 33 kesan jiyana xwe ji dest dane û 156 kes jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku hejmara kesên di êrişên li ser Şerîda Xezayê da mirin bû 43 hezar û 374 û hejmara birîndaran jî bû 102 hezar û 261.
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hîn jî cenaze di bin kavilan de û li kêleka rê mane, lê tîmên tenduristiyê û rayedarên berevaniya sivîl ji ber astengiya hêzên Îsraîlê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.