Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 35 hezar û 647

Di êrişên ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve ji 7’ê Cotmehê ve li Xezayê di êrişan de hatin qetilkirin di 24 saetên dawî de bi 85 kesan, bû 35 hezar û 647.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirustiyê ya li Xezayê daneyên dawî yên roja 228’an ên êrîşên Îsraîlê parve kir.

Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de di êrişên artêşa Îsraîlê yên li herêmên cuda yên Xezayê de “5 kumkujî” hatine kirin û 85 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 200 kes jî birîndar bûne. Bi erişên dawî re hejmara kesên mirin bû 35 hezar û 647, hejmara birîndaran jî bû 79 hezar û 852.

Di daxuyaniyê de careke din hat dubarekirin ku hê jî di bin xirbeyan û li devê riyan cenaze hene lê ji ber ku hêzên Îsraîlê asteng dike kes nikare xwe bigihîjîne cenazeyan.