Hejmara kesên li Lûbnanê jiyana xwe ji dest dan bû 609

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lûbnanê de di 24 saetên dawî de 51 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên ji 23’ê Îlonê vir ve jiyana xwe ji dest dan bû 609.

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Tendirûstiyê yê Lubnanê Fîras el-Ebyad di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di êrişên îro yên Îsraîlê de 51 kes jiyana xwe ji dest dane û 223 kes jî birîndar bûne.

Rayedarê Lûbnanî got ku ew ji rewşa tendirûstiya kesên ku ji êrîşên Îsraîlê bandor bûne, bi taybetî yên bi nexweşiyên kronîk re bi fikar in.

Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bû 609.