Hêjmara kesên ku li Xezayê jiyana xwe ji dest dane zêde dibe

Hêjmara kesên ku li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 44 hezar û 382. Ofisa Ragihandinê ragihand ku hêjmara rojnamegerên hatin qetilkirin bû 191.

Navenda Nûçeyan- Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve êrişên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê  bê navber didomîne. Di êrişan de cihên jiyana sivîlan hedef tê girtin, herî zêde jin û zarok zitarê dibînin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê, hat diyarkirin ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve di êrişên li ser Xezayê de hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 44 hezar û 382, hejmara birîndaran jî bû  105 hezar û 142.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gote gotin ku hîn cenaze dibin kavilan de û li kêleka rê mane, lê timên tenduristiyê  û hêzên parastina sivîl ji ber astengiya hêzên Îsraîlê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.

191 rojnameger hatin qetilkirin

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Ofisa Ragihandinê ya hukumeta Xezayê ve hat dayîn de, der  barên rojnamegerên ku li Xezayê di encama êrişên Îsraîlê de hatin qetikirin de agahî hat dayîn.  Herî dawî di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rojnameger Mehmud Kuneyta di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye û hat diyarkirin ku Îsraîlê li Xezayê li dijî Filistîniyan dest bi qirkirinê kiriye û hêjmara endamên çapemeniyê yên jiyana xwe ji dest dane bû 191.

 Di daxuyaniyê de hedefgirtin, qetikirin û pêkanina suiqastên ya li dijî  rojnamegerên Filistînî hate şermezarkirin û bang  li civakên navneteweyî û rêxistinên navneteweyî hate kirin ku zext li Îsraîlê bê kirin û ji ber sucên xwe li dadgehên navnetewî bê darizandin.