Hejmara kesên ku di xwepêşandanan de tên qetilkirin zêde dibe
Hejmara kesên ku di xwepêşandanan de tên qetilkirin roj bi roj zêde dibe Li gorî hinek dezgehên medyayê yên bi zimanê Farisî, 3 hezar û 500 kes û li gorî hinek dezgehên din jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane di navbera 7 hezar û 12 hezar de ye.
Navenda Nûçeyan – Rûxmê qutbûna tevahî ya înternetê ya li Îranê jî dezgehên medyayê yên cîhanî û yên bi zimanê Farisî, derbarê komkujiya di xwepêşandanên li Îranê de hejmarên şokdar weşandin.
Reuters, ragihand ku li gorî daneyên rayedarekî Îranî, di xwepêşandanên dawî de nêzî 2 hezar kes jiyana xwe ji dest dane. Associated Press jî, ragihand ku li gorî agahiyên ji hundirê Îranê girtiye, ji ber hejmara zêde ya mirinan, televîzyona dewletê ya Îranê xizmetên kefen, definkirin û morgê bêpere pêşkêş dike.
Dr. Saîd Zaware, di hevpeyvîna xwe ya bi servîsa Farisî ya VOA de, ragihand ku li gorî agahiyên ji hevkarên xwe yên li sê zanîngehên Tehranê wergirtiye, li Tehranê 802 cenaze hatine tespîtkirin. Lêbelê hinek dezgehên medyayê, li ser bingeha çavkaniyên navxweyî û delîlan, diyar kirin ku asta karesetê mezintir û ragihandin ku li gorî hinek çavkaniyan 3 hezar û 500 kes jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hinek çavkaniyan jî diyar kirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane di navbera 7 hezar û 12 hezar de ye.
Medyaya fermî ya Îranê, daxuyaniya Navenda Xwîna Îranê weşand û ji welatiyan xwest ku bi awayekî dilxwaz xwînê bidin. Ev daxuyanî, nîşan dide ku li nexweşxaneyên Îranê hejmara birîndaran pir zêde ye.
Her wiha hinek çavkaniyên navxweyî û bijîşkan, ragihandin ku li dijî karmendên tenduristiyê zext tê pêkanîn û hêzên ewlehiyê ji bo binçavkirina birîndaran êrîşan pêktînin. Bijîşkan, him rastî kêmbûna derman û xwîne û him jî rastî zexta ewlehiyê tên.