Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane bû 14

Kerîme Erdenlî ya di şewata li Çinarê û Şemrexê de jî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Dejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane giha 14 kesan.

Navenda Nûçeyan – Di şewata ku di navbera navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê derketî de, Kerîme Erdenlî ya di şewatê de birîndar bûbû û dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane bû 14. 10 kesên ku jiyana xwe ji dest dane li taxa Kelekê, 4 kes jî li Tobînî û Herberê hatin defin kirin.

Navê kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ye: Resul Yilmaz, Şehmûs Demîr, Mezher Demîr, Remzî Yilmaz, Îsmail Yardimci, Abdurrahman Bugdayci, Sînan Devîren, Rezan Yilmaz, Azad Yilmaz, Talîha Demîr, Nurî Demîr, Fadil Demîr, Kerîme Erdenlî, Ubeydellah Bugdayci.