Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan bû 13

Hejmara kesên di şewata li navçeyên Çinar û Şemrexê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 13 kesan.

Amed – Pêr êvarê li gundên bi ser navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ve şewat derketibû. Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 13 kesan.

Fadil Demîr ê ji gundê Kelekê ya Şemrexê ku li nexweşxaneyek Amedê dihat tedawîkirin, duh bi şev jiyana xwe ji dest da. 12 kesên di şewatê de miribûn duh hatibûn veşartin. 

Tê payîn cenazeyê Demîr li goristana gundê Kelekê bê veşartin.