Hejmara Hezîranê ya Rojnameya Newaya Jin derket

Têkoşîna azadiyê ya jinan, avakirina civaka demokratîk, pêvajoya aştiyê, jiyana ekolojîk û nîqaşên li ser Jineolojiyê di hejmara meha Hezîranê ya rojnameya Newaya Jin de cih girt.

Navenda Nûçeyan – Rojnameya Newaya Jin hejmara xwe ya meha Hezîranê weşand. Di vê hejmarê de mijarên têkşoîna azadiya jinê, avakirina civaka demokratîk, pêvajoya aştiyê, jiyana ekolojîk û nîqaşên li ser Jineolojiyê li pêş bûn. Rojname bi berga ‘Wasiyeta Zîlan û Sema, ji YAJK'ê bihîştina Gerdûnîbûnê’ hate weşandin. Rojnameyê pêşketina dîrokî ya têkoşîna azadiyê ya jinê ya ji Zîlan (Zeynep Kinaci) û Sema Yuce heta roja îro, bingehên wê yên îdeolojîk û bandorên xwe yên civakî bi rengê dosyayeke berfireh nirxand.

Di hejmara rojnameyê de kampanya ‘Niha dema jinê ye’ ku Tevgera Jinê Azad (TJA) 8'ê Adarê da destpêkirin, pêşketinên siyasî yên li Rojhilata Navîn, nîqaşên li ser çareseriya demokratîk û tecrûbeyên navneteweyî yên têkoşîna jinê hat nirxandin.

Rola Zîlan û Sema Yuce

Raperîn Mûnzûr di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Manîfestoya azadiyê Zîlan; Cewhera Avakirina Civaka Demokratîk e” de, rola dîrokî ya Zîlan û Sema Yuce ya li nava têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd vegot. Di nivîsê de hate ragihandin ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8'ê Adara 1998'an de eşkere kir, bi xeta têkoşînê ya Zîlan û Sema, bûye xwedî bername. Welatparêzî, rêxistinî, tevlîbûna bi rengê têgihiştî û ehlaqî-estetîk mîna pîvanên bingehîn ên vê îdeolojiyê hatin pênasekirin. Di nivîsê de her wiha hate destnîşankirin ku Zeynep Kinaci û Sema Yuce weke kesayetên pêşeng ên partîbûna jinê bi roleke dîrokî rabûn. Hate ragihandin ku azadiya jinê li dijî sîstema kapîtalîst çavkaniya hêviyê ye.

Kampanyaya TJA'yê

Halîde Turkoglû di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Li dijî qirkirina jinê, niha dema avakirina jinê ye”, kampanyaya “Niha dema jinê ye” ya TJA'yê nirxand. Di nivîsê de hate gotin, kampanya li her qada jiyanê rêxistiniya jinan xurt dike, ji xwe re dike armanc ku têkoşîna azadî û wekheviyê mezin bikke. Halîde Turkoglû li ser mînakên Gulistan Dokû û Rojîn Kabaîş bal kişand ser tundî û windakirina li hemberî jinan û diyar kir ku jin divê bibin xweparastina hev.

Di nivîsê de hate ragihandin ku kampanya ne tenê têkoşîna ji bo mafên jinan e, di heman demê de dijberiya li şer e, hewldana ji bo veguherandina mejiyê bi serweriya mêr e û têkoşîna ekolojîk e.

Ya ku mifteya deriyan veke jin e

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) di nirxandina xwe de ya bi sernavê “Mifteya ku deriyên girtî veke: Pêşengiya jinan a ber bi serketinê ve” de, bal kişand ser girîngiya têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan. Di nirxandinê de hate ragihandin ku pêşengiya jinê di pêvajoya heyî de xwedî roleke diyarker e û hate destnîşankirin ku li hemberî rewşa nediyar, divê perspektîfa çareseriya demokratîk bibe esas.

Avakirina civaka demokratîk û muzakere

Sebahat Tuncel jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Aştî û Civaka Demokratîk: Asta nû; muzakere” de, anî ziman ku li Tirkiyeyê desthilatdarî tenê di çarçoveya bêçekbûnê de li meseleya aştiyê dinhêre. Sebahat Tûncel destnîşan kir ku aştiya rasteqîn ne tenê bêdengbûne çekan e; di heman demê de xebitandina serbixwe ya hiqûqê, danîna têkiliya welatîbûna wekhev û veguherîna demokratîk a têkiliya dewlet û civakê dibe.

Evîndar Ararat jî di nirxandina xwe de ragihand ku azadiya jinê piralî ye. Wê jî, veguherîna avaniya malbatê, hevjiyana azad, guherîna mejiyê bi serweriya mêr û xweparastina jinê nirxand. Di nivîsê de hate ragihandin ku pirsgirêka Kurd çareser bibe jî pirsgirêka azadiya jinê wê dewam bike, lewma têkoşîn xwedî karakterek gerdûnî ye.

Şoreşa jinê bersiva 'jiyan divê çawa be' ye

Di beşa forûmê ya rojnameyê de cih dan nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên 30'ê Çileya 1994'an. Di beşa bi sernavê “Şoreşa Jinê bersiva li pirsa 'Divê çawa bê jiyîn' e” li ser jiyan, azadî û veguherîna civakî nirxandin hatin parvekirin.

wîstî bi gavên demokratîk û hiqûqî heye

Hevpeyvîna ku Roza Metîna bi Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît re kir, di hejmara Hezîranê ya rojnameyê de hate weşandin. Di hevpeyvîna ku bi sernavê “Ji bo pêvajoyê pêwîstî bi gavên hiqûqî û demokratîk heye” hate weşandin de, Gulistan Kiliç Koçyîgît “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” nirxand. Gulistan diyar kir ku divê bigneha çareseriya demokratîk bê xurtkirin û pêvajo bi çarçoveyeke hiqûqî ya xurt, zelal û bi baweriyê bê meşandin.

Hêvî ji mirin û tirsê mezintir e

Berdevka Çapemeniyê ya PJAK'ê Gelawêj Ewrîn jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Hêvî ji mirin û tirsê mezintir e” de, bûyerên li Îranê nirxand. Gelawêj Ewrîn anî ziman ku serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" bûye sembola lêgerîna li guherîna civakî ya li Îranê. Di nivîsê de, têkoşîna di navbera daxwaza jiyana azad a civaka Îranê û polîtîkayên zextê yên dewletê de, hat destnîşankirin.

Li Kolombiyayê guherîna siyasetê

Rojnameyê her wiha cih da hevpeyvîna Gulistan Çiya Îke ku bi siyasetmedar û endama heyeta muzakereyê ya FARC'ê ya berê Vîktorîa Sandîno (Judith Simance Herrera) re kir. Di hevpeyvîna ku bi sernavê "Li Kolombiyayê pêvajoya muzakere, aştî û guherîna siyasetê" hat weşandin de, peymana aştiyê ya di navbera FARC û dewleta Kolomiyayê ya ku di sala 2016'an de hate îmzekirin û rola jinan a di pêvajoyê de, hate nirxandin. Di hevpeyvînê de işaret bi rola Vîktorîa Sandîno (Judith Simenca Herrera) ya li pêvajoya hevdîtinan hate kirin ku di nava heyetê de yekane jin bû. Hat gotin ku Vîktorîa ya ku 24 salan gerîlatî kir û bi erkên payebilind rabû, di pêvajoya muzakereyê de pêşengî ji avakirin û meşandina Komîsyona Jêrîn a Zayendîperestiya Civakî re kiriye.

Aborî hêmana bingehîn a komînalîteyê ye

Viyan Lolan di gotara xwe de ya bi sernavê “Aborî hêmana bingehîn a komînalîteyê ye” hate weşandin, modela aboriyê ya komînal a demokratîk nirxand. Di nivîsê de hate ragihandin ku divê aborî ji pergala bi serweriya mêr bê derxisitn û li ser bingeha jiyana hevpar jinûve bê rêxistinkirin.

Jineolojî lêgerîna li eşkerekirina heqîqeta jinê ye

Di beşa Jinoleojiyê de, Seval Balci hevpeyvîn bi endamên Akademiya Jineolojiyê re kir. Di dosyayê ya bi sernavê “Jineolojî lêgerîna eşkerekirina heqîqeta jinê ye” hate weşandin de, dîroka jinê, xweparastin, karên li qadên exlaqî-estetîk û veguherîna civakî hate nirxandin.

Nirxandina JES'an

Sûltan Gulsun jî di gotara xwe ya li ser nirxandina JES'an de işaret bi texrîbata projeyên JES'ê li Kanîreş û Gimgimê li ekolojî û çandî bike. Di nivîsê de hate ragihandin ku erdnîgariyên pîroz têne dîtin bi projeyên endustriyê têne guhertin û ev yek hişê civakî tune dike.

Portreyên jinên Efgan, Misrî û Kurd

Di beşa portreyê ya hejmara meha Hezîranê de, cih dan çîroka jiyanê ya parêzvana mafên jinan a Efgan Maryam Duranî. Qala têkoşîna ji bo azadiya jinan û jiyana siyasî ya Maryam Duranî hate kirin ku li Kandaharê ji bo mafên jinan têkoşiya.

Di rojnameyê de femînîsta Misrî Dorîa Şefik û nivîseke portreyê û jiyana Zîlan a ji Qamişloyê, bi nivîsek hat vegotin.

Rojnameya Newaya Jin li ser navnîşana newayajin.net dikare bê peydakirin.