Hejmara dawî ya Kovara Jinê derket
Hejmara 110'emîn a Kovara Jin bi sernavê "Hêza Berxwedana Exlaq û Estetîk" derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 110'emîn a Kovara Jin ku her hefte tê weşandin, bi sernavê “Hêza Berxwedana Exlaqî û Estetîk” derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara nû de li ser têkoşîna jinan a li her qadê, exlaq û estetîkê hat sekinandin.
Sakîne Esen Yilmaz di nivîsa xwe ya bi sernavê “Tedbîrên Etîk û Estetîk ên Tevgera Jinên Kurd” de bal kişand ser têkoşîna tevgera jinên Kurd ku li ser nirxên exlaqî û feraseta estetîk rawestiyaye. Dîdem Yilmaz di nivîsa xwe ya bi sernavê "Di Wêjeyê de Berxwedan..." de bal kişand ser berxwedana jinan a di qada wêjeyê de. Şukran Demîr di nivîsa xwe ya bi sernavê "Jinên ku bi berxwedana xwe navê xwe li dîrokê dan nivîsandin" de cih da jinên ku ji bo azadiya xwe ya siyasî, civakî, aborî têkoşiyan û bi têkoşîna xwe navê xwe li cîhanê belav kirin. Ekîba kovara Jin bi Evîndar Dulek, Sarya Ertaş û Evîn Tiryakî re li ser avabûn û xebata Jin Mayê axivî.
Hemû sernavên di hejmara 110’an de cih girtîn wiha ne:
* Tedbîrên Etîk û Estetîk ên Tevgera Jinên Kurd / Sakîne Esen Yilmaz
* Di Edebiyatê de Berxwedan… / Dîdem Yilmaz
* Jinên ku Bi Berxwedana Xwe Navê Xwe li Dîrokê Nivîsandin / Şukran Demîr
* Ji Fîlmê Li Colemêrgê Demsalek / Aynur Ulgen
* Em bi Endamên Koma Jin Mayê Evîndar Dulek, Sarya Ertaş û Evîn Tiryakî re li ser Jin Ma axivîn / Tîma Kovara Jin.