Hejmara 83’emîn a Kovara Jin derket
Hejmara 83’yemîn a Kovara Jin bi berga “Hevkariya sûc a bi organîzeyî: Mêr-daraz-dewlet” derket pêşberî xwendevanên xwe.
Navenda Nûçeyan - Kovara Jin ku her hefte roja yekşemê derdikeva pêşberî xwendevanên xwe Hejmara 83’yemîn a vê hefteyê bi berga manşeta “Hevkariya sûc a bi organîzeyî: Mêr-daraz-dewlet” derket pêşberî xwendevanên xwe.
Di hejmara nû ya vê hefteyê de bal kişand ser komkujiyên zarokên bi “hevkariya” mêr, daraz û dewletê hatine qetilkirin û bi ser hatiye girtin û hatine windakirin.
Nivîsên di hejmara nû de cih girtin wihane:
“*Ji nirxên hevpar ber bi êşa hevpar ve - Rojdan Erez
*Parastina Narînê parastina hemû civak û yên din e! - Derya Barîn
*Rêya 100 salî ya ji faîlên ‘nediyar’ ber bi faîlên dost ve û zarok - Bêrîtan Guneş
*Aliyê polîtîk ê tundiya li dijî zarokan: Aliyê tarî yê medyayê - Evrîm Kepenek
*Zarok - travma - û tiştên nikarin vebêjin - Esra Kahraman”