Hejmara 62’yemîn a Kovara Jînê derket
Hejmara nû ya Kovara Jînê bi manşeta “Dê hiqûqa nêrza têk biçe, jin bîatê nakin!” derket.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 62’yemîn a Kovara Jînê bi manşeta “Dê hiqûqa nêrza têk biçe, jin bîatê nakin!” derket. Di hejmara nû de li ser tunekirina mafên jinan a bi destê hiqûqê û polîtîkayên ku faîlan diparêze, cihêkar, nîjadperest û zayendperest hatin vegotin.
Nivîsên di hejmara nû de wiha ne:
* Weke polîtîkayeke şerekî tundiya zayendî / Eren Keskîn
* Rizgariya jinan, azadî û hiqûq / Oya Açan
* Jinbûn, hebûna di jiyanê de û bedela azadbûnê / Elîf Tîrenç Îpek Ulaş
* Karektera darizandinên jinên polîtîkl/ Ekîn Yeter
* Ji futbolê wêdetir / Ebru Gunay