Hejmara 61’emîn a Kovara Jîn bi berga ‘Di 1’ê Gulanê de li kolanên me’ derket

Hejmara 61’emîn a Kovara Jîn bi berga “Di 1’ê Gulanê de li kolanên me: Bi keda xwe em li her derê ne” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Kovara Jîn ku her hefte roja yekşemê tê weşandin, hejmara 61’emîn bi berga “Di 1’ê Gulanê de li kolanên me: Bi keda xwe em li her derê ne” derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovara Jîn divê hejmarê de bal kişand ser dîroka 1’ê Gulanê, kedxwariya li dijî jinan, xizanîkirina jinan û polîtîkayên dijminane yên pergalê li ser jinan û keda wan.

 Nivîsên di hejmara vê hefteyê de cih girtine wiha ne:

* 1’ê Gulanê, fêmkirina dîrokê û rûyê cuda yê madalyonê  / Şeyda Tuggen Gumuşay - Tevgera Jinên Sosyalîst

* Jinbûna xizaniyê: “Portreya jina xizan” a desthilatdariya AKP’ê / Ayşe Acar Başaran

* Xizaniya jinan a li bajarên ji erdhejê bi bandor bûn zêde dibe / Bahar Gok - Jina karker

* 1’ê Gulanê roja karkerên malê ye jî! / Mînîre Înal - karkera malê

* Xefikên romantîzmê yên kedxwariya baviksalar: ‘Ew ji bo berhevkirina gulan nehatin’ / Rojbîn Bor

* Rozerîn / Medîne Mamedoglu